Balafirên şer ên Tirk bi dehan caran herêma Zapê bombe kir

Balafirên şer ên Tirk bi dehan caran herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê bombe kir. Pevçûnên di navbera dagirkerên ku dixwazin leşkeran bi cih bikin û gerîlayan de didome.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîlayan hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bi dehan caran herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê bi balafirên şer bomberdûman kiriye.

Bomberdûman heta danê sibehê dewam kir, dagirker bi helîkopteran hewl dan xwe li qadên cuda yên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdiyê bi cih bikin.

Pevçûnên di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk a dagirker de didomin.