Bahoza Dîrk li Îngilîstan û Fransayê xist
Bahoza Dîrk li Îngilîstan û Fransayê xist
Bahoza Dîrk li Îngilîstan û Fransayê xist
Baran û bahoza Dîrk îro li Îngilîstan û Fransayê xist. Ji ber bahozê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dab, bi hezaran mal bê ceryan man. Li deryaya 200 km dûrî bajarê Fransayê Brestê pêlên deryayê 7 metre bilind bûn.
Ji ber bahoza bi hêz 130 li Borotonyayê bi giştî 240 malên li başûr rojavayê Fransayê bê ceyran man. Bi giştî li welat li 21 bajaran hişyarî hatin kirin.
Tê payîn ku bahoza bi navê Dirk deryaya Manşê derbas bike û bandorek giran li bakur rojhilatê welêt bike. Li herêma Calvadosê zarokê 12 salî li bin dîwar de ma û jiyana xwe ji dest da. Dozger destnîşan kir ku dibe sedeba bûyerê rewşa hewaya xirab be, lê got tam ne diyare.
Li herêma Fînîster li Morlaixê gelek kolan di bin ava bilindbûna 30-40 cm re de ma. Rêya navendiya kolana Brestê jî li hin noqteyan bilindbûna avê gihişt metreyek û 40 santînan.
200 km dûrî bakurê bajarê Brestê bilindbûna pêlên deryeyê gihaye 7 metreya, hiza bahozê jî di seatê de 120 km ragihandin.
Li Îngilîstanê jî ji ber bahozê 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Seferên li deryaya Manşê hatin rawestandin, berê bahozê ketiye Îrlandayê. Li vî welatî 5 xetên telefonê ketîne ji derveyî bazinê.