Bahçelî: Daxuyaniya 27’ê Sibatê ya rêberê damezrîner li gorî me esas e

Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna meclîsa partiya xwe de axivî û ji bo banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê got, “li gorî me esas e” û anî ziman ku ji bilî vê daxuyaniyê “ti hukmê gotin û nirxandineke din nîne”.

Lîderê MHP’ê di komcivînê de têkildarî pêvajoyê nirxandin kir û got, ya ku cudakariyê dixe navbera Tirk-Kurd, eniya “dijmin” a hundir û jiderve ye.

Devlet Bahçelî bal kişand ser cemxaneyan jî û got, “Di cewher de em hemû misilman in.” Bahçelî ev tişt jî got, “Xwişk-birayên me yên ji baweriya Elewî, Îslamê, cemxaneyan weke îbadetxane dibînin, divê hurmet nîşanî vê yekê bê dayîn.”

Bahçelî ragihand ku xebatên “Komîsyona Piştevanî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya li Meclîsê hatî avakirin, nêzî dawiyê bûye û ev tişt got:

“Divê em ji bêberpirsyarî û sûcdariyê dûr bisekinin. Divê bê zanîn ku her tişt ji bo Tirkiyeyê ye. Ji bilî daxuyaniya 27’ê Sibatê ya ji Îmraliyê, ti hukmê gotin, tez, pêşniyar û nirxandinên din li gorî me nîne. Daxuyaniya 27’ê Sibatê ya rêberê damezrîner li gorî me esas e. Her kesê ku li ser vê esasê bimeşe, kesek aqil e.”