'Azadiya Abdullah Ocalan ji bo me gelekî girîng e'

Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê got “Azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan ji bo me gelekî girîng e" û diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd û êşkence heye.

Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek serlêdanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan hatine redkirin û hat gotin, "Wekî ku tê fêmkirin li ser Abdullah Ocalan heye îzolasyon û tecrîdeke mezin heye. Wekî her kesî em jî dizanin di lîteratura êşkenceyê de navê vî tiştî êşkence ye. Ligel vî tiştî jî Konseya Ewropayê û CPT di serî de saziyên meşrû yên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih naynin, çavê xwe ji vê nêzikatiya kêfî ya derveyî hiqûqê ya dewleta Tirk digirin.

Lê belê di dîrokê de cara yekem rêzdar Abdullah Ocalan jiyana hevpar a gelan û baweriyên erdnîgariya kevnar a Mezopotamyayê parast, di heman demê de yekem car bû mîmarê rêya aştiyê. Ji ber vê sedemê Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê vê tecrîd û êşkenceya girankirî ya li ser rêzdar Abdullah Ocalan bi tundî red dike, piştî komkujî û qirkirinên ku li erdnîgariya ku em lê dijîn, em deyndarê rêzdar Abdullah Ocalan in. Azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan ji bo me mijareke jiyanî ye. Di serî de Êzidî, Elewî, Yarsan, baweriyên Feylî û Kakaî em bang li dewleta Tirk dikin ku bila dest ji van pêkanînên dijhiqûqî berde û divê Konseya Ewropa û CPT’ê jî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."