Aydar: CHP agirê heyî gur dike

Aydar: CHP agirê heyî gur dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, helwesta CHP’ê ya ku hevdîtinên PKK û dewleta Tirk careke din anî rojevê, rexne kir û got; “Ev ne helwestek rast e, bi vê yekê piştgiriyê dide polîtîkayên çaresernekirinê yên AKP’ê, şerê ku heye gur dike.

Zubeyîr Aydar li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê gotûbêjên li ser hevdîtinên Osloyê yên di navbera dewlet û PKK’ê de pêk hatin û got; “Di demek wiha de hevdîtinên Osloyê careke din bûn rojev. Dixwazin di vê mijarê de hinek tiştan bêjim. Halûk Koçê CHP’yî derbarêmeseleya hevdîtinên Osloyê de hin pirs pirsî û piştre belge aşkere kir. Her wiha got ku ew ê di demên pêş de belge û wêneyên din jî aşkere bikin.”

PIRSGIRÊK WISA BI HÊSANÎ NAYÊ NIRXANDIN

Aydar got; “Ev belgeyê hatine aşkerekirin û yên dê bêne aşkerekirin tu encamek li dijî rêxistina me bi xwe re nayne, berevajoyê wê, ger bêne aşkerekirin dê ji bo me baş be. Lê dîsa jî em aşkerekirina van belgeyan rast nabînin. Her kesên xwedî berpirsyariyan, divê vê yekê nedin. Divê van hevdîtinan nekin mijarên polemîk û amûrên polîtîkayê. Kesek nikare meleseyê ewqas bi erzanî binirxîne(...) Ev yek ziyanê dide çareserî û pêvajoya çareseriyê.

Di vê mijarê de mirov helwesta CHPê fêhm nabe. Li hêlekê tu yê daxuyaniyan bidî ku te di derbarê meseleya Kurd de rapor amade kirine, tu yê bibêjî li parlementoyê bila koma danûstandinê û aqilmend çêbibe, bi vê mebestê tu yê bi derdorên cihê re danûstandinan bikî û raya wan bipirsî, lê li hêla din jî tu yê belgeyên Osloyê yê ku te ji arşîvên dewletê dizîne, daxuyînî. Ji vê ya re tê gotin; ‘’tir li kû das li kû!?’’

CHP SOR DIKE

Polîtîkaya niha ya AKPê neçareserî û gurkirina şer e. Berpirsyarê şerê niha hikûmeta AKPê ye ku bi awayekî cidî nêzî li hevdîtinên Osloyê nebû, sozên xwe bi cih neanî, li gel ku soz da jî li ser maseya Osloyê ti projeyên çareseriyê raber nekir û rê li ber hevdîtinên Osloyê girt. Diviyabû CHPê ev rexne bikira, diviyabû bigota, te çima projeya çareseriyê raber nekir, çima te hevdîtin birîn. Lê niha derketiye û dibêje te çima hevdîtinên Osloyê pêk anîn. Ev ne nêzîkatiyeke rast e, ev piştgiriya li polîtikayên neçareseriyê yên AKPê ye, ev gurkirina agirê heyî ye.

HEVDÎTIN BI PÊŞ-ŞERTAN NABIN

Di vê navberê de piştî rexneyan Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotiye; ‘’em ne li dijî wê ne ku bi rêxistinê re hevdîtin pêk werin, lê bi şertekî hevdîtin dikarin pêk werin; bi şertê ku çek werin danîn’’. Rêzdar Kiliçdaroglu divê vêya bizane; hevdîtinên bi vî rengî bi pêş-şertan nabe. Alî diyar dikin bê wê çi bînin ser masê. Tu nikarî biryar bidî bê yê aliyê pêşber wê çi bîne ser masê. Bila be, tu bi daxwaza çekdanînê were ser masê, ez ê jî bi daxwazên perwerdehiya bi zimanê dayikê, rêveberiya xweser, dabînkirina mexduriyeta mexdurên şer, Serok Apo jî di nêv de bi efûyeke beramber ku hemû girtiyên siyasî vedihewîne, makezagoneke demokratîk û welatekî demokrat werim ser masê. Hevdîtin wiha dibe.

EM PÊGIRÊ MUTABEQATA PÊVAJOYA OSLOYÊ NE

Ez vê jî diyar bikim. Em wekî tevger di pêvajoya Îmraliyê de, di pêvajoya Osloyê de çi hatibin axaftin, çi proje hatibin raberkirin, me çi soz dabe, li ser çi me li hev kiribe, em pêgirê hemûyan in. Ji ti tiştî me gav paş ve neavêtiye. Weke ku tê gotin em neketin bin bandora Bihara Ereb û masaya hevdîtinê ne me qulibandiye, hevdîtin ne me birîn. Berovajiyê vê yê ku pêşkeftinên Rojhilatanavîn jixwe re wekî keysekê dît, bi Sûrî, Îraq, Emrîkayê re li ser tesfiyekirina me li hev kir û gotî ez ê modela Tamîlan a Srî Lankayê bisepînim û encamê bi dest bixînim hikûmeta AKPê bû, wan maseya Osloyê quliband. Ev êşên ku niha diqewimin, encamên nêzîkatiyên hikûmeta AKPê ne.