Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku şansekî bide aştiyê, careke din agirbesteke yekalî di sala 1998’an de îlan kir. Her çi qasî PKK’ê di pêşengiya Ocalan de û li ser daxwazên hin derdoran, xwestibe şansekî bide aştiyê jî, ew pêvajo ji aliyê dewletê ve nehat bihêzkirin. Bênavber operasyonên leşkerî domandin, li ser gel êrîşên xwe kêm nekirin û rê nedidan pêvajo pêşve biçe. Lê PKK û tevgera wê bi hêvî bûn û dihat xwestin ku derdorên ku dixwazin pêvajoyek aştiyane pêşve biçe jî hevgirtî û jidil nêz bibin. Rêberê Gelê Kurd pir eşkere û vekirî da diyarkirin ku, tu pirsgirêkên wan bi hevgirtina Tirkiyeyê re nîne. Ocalan got: “Bila jidil nêz bibin û ji bo pêvajoyek wiha bidin diyarkirin ka çi qasî amade ne. Wê demê wê bibînin ku em ji bo Tirkiyeyê ne hêzeke cudakar, berevajî em dikarin di demokratîk kirin û hevgirtina Tirkiyeyê de roleke sereke bigirin ser xwe.”
‘PIRSGIRÊKA ME BI SÎNORAN RE NÎNE, EM DIXWAZIN DI NAV TIRKIYEKE HEVGIRTÎ DE BIJÎN’
Birêz Ocalan li ser mijarê balê dikişîne ser wan xalan: “Bi polîtîkayên îmha û înkarê û operasyonan dewlet nikare encam bigire û ew şer eger wisa biçe wê pêncî sal û sed salên din jî bidome. Em dibêjin, ‘Bila êdî bes mirov bimirin’ lê eger bi hemû hêza xwe di ser me de bên, em jî neçarin ku xwe biparêzin. Lê em dibêjin êdî bila kes nemire. Ez dîsa jî tînim ziman pirsgirêkên me bi sînoran re nîne. Ji bo me ya girîng sînorên mafê mirovan, demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi rêyên siyasî ye.” Lê tevî ku Rêberê Gelê Kurd pir aşkere û vekirî tîne ziman ku pirsgirêkên wan bi sînor û parçekirina welat re nîne jî, dewlet di vê yekê de îsrar dike. Her weke ku hukûmeta niha AKP bi zimanekî nîjadperest, hewl dide bi wan gotinan gel û raya giştî bixapîne.
‘ŞERÊN SEDSALÊ LI AŞTIYA XWE DIGERIN’
Tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd PKK’ê di pêvajoyek pir hessas û zehmet de, careke din ji bo aştiyê xwest derfetekê bide avakirin. Di pêvajoya 1999’an de Rêbertiya tevgerê bi Komploya Navneteweyî dîl hatibû girtin, êrîşên dewletê yên tunekirinê bênavber berdewam dikirin. Di demeke wiha de Birêz Ocalan bi gotina, ‘Şerên sedsalê li aştiya xwe digerin’ di 2’yê tebaxa 1999’an de ji tevgerê xwest ku rewşa agirbestê berdewam bike û hêzên gerîlla ji nav sînorên Bakûrê Kurdistanê xwe vekişînin Başûrê Kurdistanê. Hevdîtinên rayedarên dewletê yên bi Birêz Ocalan re berdewam dikirin, Ocalan bi hin daxwazên maqul û di cih de pêvajo da destpêkirin. Hêzên gerîlla li ser daxwaza Ocalan û ji bo pêvajo hîn baştir bi rê ve biçe derketin derveyî sînorên Tirkiyeyê. Dewleta Tirk, wek her carê ev yek ji bo xwe firsend dît û bi ser gerîllayan de çû. Hêzên gerîlla bi metanet û sebir nêzî rewşê dibûn, ji bo ku rê nedin tu pevçûnan û tenê bi parastina cewherî hewldan ku xwe biparêzin. Lê mixabin ew rewş bû sedem ku bi sedan gerîlla jiyana xwe ji dest bidin. Dewleta Tirk wê carê jî niyeta Birêz Ocalan wek lewaziyê bi nav kir û bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet dida diyarkirin ku PKK ber bi xilasbûnê diçe. Ji bo vê jî careke din êrîşî gerîllayan kir, li her deverê Kurdistanê operasyonên leşkerî dan destpêkirin. Ji bo niyeta baş gava destpêkê ji çiya û Ewrûpayê du komên aştiyê hatin şandin.
Rêberê Gelê Kurd dide diyarkirin ku, di vir de hewce ye ku mirov bi xeyalî nêz nebe, pêkanîna aştiya şerekî pir bi êşe, ne hêsane, bi qasî hostayek baş giranî û ew qasî jî bi sebir pir girînge, hewce ye em vê her tim li ber çavan bigirin.”
POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMHAYÊ HÎN DIDOMIN
Tevgera azadiyê li ser daxwaza Birêz Ocalan di tebaxa 2005’ an de agirbestek demkurt û di 1’ê gulana 2006’ an de jî agirbestek bêdem îlan kir. Lê belê tevî vê jî dewletê bi êrîşên leşkerî bersiv da wan agirbestan û darbeyek cîddî li baweriya ku hatibû avakirin xist. Tevî hemû hewldanên Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistan, di sala 2007’an de Rêberê Gelê Kurd hat jehrkirin. Dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê polîtîkayên 84 salan ên înkar û îmhayê domandin û di nenaskirina pirsgirêka Kurd de bi israr tevgeriyan. Tevgera PKK’ê ne tenê agirbest, her wiha gelek caran jî rewşa bêçalaktiyê îlan kiriye û israra xwe ya di aştiyeke mayînde de daye raberkirin.
Hukûmeta AKP’ê ku ji bo berjewendî û desthilatdariya xwe saxlem bike, her carê bi gotinên xapînok û ji rastiyê dûr, di nav gelê Kurd û Tirk de hêvî daye avakirin. Lê mixabin di her pêvajoyê de weke ku behsa aştiyê nekiribe, dîsa Kurdan înkar dike û dibêje, “Pirsgirêkek wek pirsgirêka Kurd nîne.” Kurdan dîsa dijmin îlan dike û bi artêş û polîsên xwe yên taybet ne tenê gerîlla, tevahiya gelê Kurd dixe hedefa êrîşên xwe. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan vê carê zimandirêjiyê dike, talîmatan dide polîsên xwe û dibêje, “Jin be jî zarok be jî, ya tê xwestin bikin.” Serokwezîrê Tirkiyeyê vê carê ne bi dizî, pir aşkere kuştina Kurdan erê dike.
YÊ WENDA KIR NE GELÊ KURD, HUKÛMETA AKP’Ê BÛ
Di 19’ê cotmeha 2009’an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, careke din 2 komên aştiyê hatin şandin. Komek ji Qendîl û komek jî ji Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ji bo çareseriyeke demokratîk pêk bê berê xwedan Tirkiyeyê. Hatina komên aştiyê li ber deriyê sînor Xabûrê ji aliyê bi sed hezaran gelê Kurd bi coş û heyecan hat pêşwazîkirin û li Kurdistan û Tirkiyeyê careke din tovên aştiyê hatin çandin. Lê mixabin dewletê ew kêfxweşî, ji bo Kurdan pir dît û bi daxuyaniyên serokwezîr, piştre rayedarên şoven û nîjadperest ên MHP’ê û CHP’ê, pêvajo sabote bû. Hukûmet ket bin bandora nêzîkatiyên şoven û nîjadperest, Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî bi tehdîtên, ‘Ez dê bizivirim serî” palpiştiya wan derdorên nîjadperest kir. Piştî wan gotinan, komên aştiyê hedef hatin nîşandan û her gotinek wan ya ji bo azadî, aştî û demokrasiyê sûc hat hesibandin. Di encama wan nêzîkatiyên şoven de, hin endamên komên aştiyê hatin girtin. Endamên komên din ku di der heqê wan de bi dehan doz hatibûn vekirin, dema ku dîtin hukûmet pêşiya xebatên aştiyê digire û xwedî li pêvajoya aştiyane dernakeve, careke din vegeriyan.
Wek her carê hukûmeta Tirkiyeyê da diyarkirin ku ne gel, lê belê ew naxwaze û ji bo pêvajoyek aştiyane ne amade ye. Hukûmeta AKP’ê weke ku tu tişt neqewimî be, bi yek carê her tişt ji bîr kir û bi zimanekî nîjadperest gelê Kurd û tevgera wê hedef girt. Di bin navê doza KCK’ê de bi hezaran siyasetmedar, kesên hilbijartî û şaredar girtin. Her wiha di çarçoveya şerê taybet de jin û ciwanên Kurd kirin hedef û bi dehan zarokên Kurd jî girtin. Bi taybet hevdîtinên bi Birêz Ocalan re asteng kirin, operasyonên leşkerî li her deverê Kurdistanê bênavber domandin. Gelê Kurd bi berxwedanek bêhempa bersiv da wan êrîşan û ji her demê zêdetir xwedî li vîna xwe derket. Yê wenda kir ne gelê Kurd, hukûmeta AKP’ ê bû.