'Aştî tenê bi muzakerekirina aliyên ku şer dikin dikare pêk bê'-II-

'Aştî tenê bi muzakerekirina aliyên ku şer dikin dikare pêk bê'-II-

Di pêvajoya nîqaş û diyalogên çareseriya pirsgirêka Kurd de polîtîkayên dewletê yên, “Em bi PKK’ê re rûnanin, PKK cûda pirsgirêka Kurd cûda ye” û bi nêzîkatiyên weke, “Heya PKK çekan nedane em dê gavan neavêjin”, hîn didomin. Lê belê dema em li pêvajoya çekdanînê, ango çareseriya pirsgirêka Bask, ETA û dîsa li pêvajoya muzekereyan yên li Başûrê Afrîkayê temaşe dikin; em vê yekê pir eşkere dibînin ku, muzakere tenê bi aliyên şer re dikare pêk bê û encam bigire. Pirsgirêka Kurd jî tenê bi muxatapê vê Birêz Abdullah Ocalan û PKK’ê re dikare pêk were. Hiştina PKK’ê û Rêberê wê ji derveyî vê pirsgirêkê, tê wateya fêmnekirina pirsgirêka Kurd. Ji ber ku PKK encama vê pirsgirêkê ye. Ji bo ku em pêvajoya heyî hîn baştir binirxînin û şîrove bikin, hewcedarî bi fêmkirina şert û mercên ku PKK di nav de derket û rewşa gelê Kurd a beriya damezirandina PKK’ê heye.

TIRKIYEYA WÊ DEMÊ Û REWŞA KURDAN

Di nav rastiya dewletê de wek têgeh Kurd, tunebû û nedihat pejirandin. Di pêvajoya beriya derketina tevgera PKK’ê de, ji xwe polîtîkayên înkar û îmhayê dihatin birêvebirin. Bi taybet di navbera salên 1925-1940’an herî zêde li Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê ku xwe dispartin mêtînkariyê, dihatin birêvebirin. Dewletê di 1930’an de bi şikandina berxwedana Agiriyê digot, “Pirsgirêka Kurd xilas bûye”. Bêgûman rastiya gelekî ku dihat jiyan hebû. Eger şibandin di cih de be, Kurd xistibûn gorekê û bi betonê ser hatibû girtin. Mînak di sala 1925’an de bi Plana Islahata Şarkê, axaftina bi Kurdî qedexe ye û yên ji derveyî zimanê Tirkî axifîbana dihatin cezakirin. Dîsa di salên 1925’an de Serokê Meclîsê Mustafa Abdulhalik Renda raporekê amade dike û têde tê xwestin ku polîtîkayeke taybet a asîmîlasyonê bê birêvebirin. Sal 1940 e, rapora CHP’ê ya Kurd; “Li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên girîng pirsgirêka Kurde, ji bo vê teqez hewce dike ku em Kurdan asîmîle bikin û wan bikin Tirk” weke me di nav mînakan de jî anî ziman, gelê Kurd her tim bi mêtînkariya dewletê re rû bi rû hatiye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî asîmîlasyon, înkar, girtin û tunekirin weke rêbaz hatiye pêşxistin. Helbet di wan pêvajoyan de ne tenê hebûna Kurd tê înkarkirin, her wiha ziman û çanda Kurd jî tê qedexekirin. Kurd ji cewhera xwe tê dûrxistin û çewisandin. Gelê Kurd bi pergalek desthilatdar ku dixwest rastiya Kurd û hebûna Kurd ji dîrokê rake re rû bi rû bû.

PKK Û TÊKOŞÎNA KURD

Derketina bizava Apoyî, dihat wateya Kurdên nû ku beton diqelişandin, ji bo jiyaneke nû û vejînê serî hildidan. Fikir û ramanê Apoyî di nav civakê û bi taybetî jî di nav ciwanan de dengvedanek mezin çêkir. Ew yek jî pir eşkere dida diyarkirin ku gel ji bo xwedîderketina li azadiya xwe, dîsa ji bo azadiya nasname û çanda xwe amade ye ku têkoşînê bide meşandin. Bêgûman polîtîkayên dewletê yên înkar û îmhayê bi awayekî herî dijwar dihatin birêvebirin. Di wan salan de behsa hebûna Kurd, liv û tevgerek ji bo mafê Kurd, dihat wateya mirinê. Di wan salan de tişta ku dihat ferzkirin ne jiyanek wekhev, dibe ku mirin bû. Di pêvajoya 1970’an de Tirkiye rojên pir dijwar û bi bahoz dijiya. Jixwe di 12’ê Adara 1971’an de tevgereke darbeyê hebû. Armanca wê darbeyê, hedefgirtina ciwanên şoreşger bû ku li Tirkiyeyê dengê wan bilind dibû. Mirov dikare bêje zayîna tevgera Apoyî û kadroyên destpêkê yên PKK’ê di nav pêvajoyek wisa de çêbûn.

Di dawiya adara 1973’yan de û destpêka nîsana 1973’yan de PKK bi awayekî fermî wek kom, gihişt sazûmaniyekê. Heya sala 1975’an li Enqereyê pêvajoya amadekariyên îdeolojîk bû. Di dawiya 1975’an û bi destpêka 1976’an re tecrûbeyên ku li Enqereyê hatibûn bidestxistin, ji bo êdî werin pêkanîn û xebatek pratîk a li Kurdistanê pêvajoyek nû hat destpêkirin. Bêgûman di wê pêvajoyê de yên herî baş pirsgirêka Kurd vedigotin, tevgerên ciwanên şoreşger ên li Tirkiyeyê bûn. Mahîr Çayan beriya ku bê girtin, di civînekê de bal dikişîne ser pirsgirêka Kurd, Îbrahîm Kaypakkaya jî di broşura ku nivîsandibû de, bal dikişîne ser pirsgirêkê. Her wiha Denîz Gezmîş û hevalên xwe di bin sêdarê de behsa rastiya Kurd dikin û bi taybetî balê dikişînin ser biratiya gelê Kurd û Tirk.

Di şert û mercên wê demê de ku Kurd û hebûna wê bi tu awayî nedihat pejirandin û polîtîkayên dewletê yên înkar û îmhayê rê nedida pirsgirêk bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Hewce ye em baş fêm bikin ku li Kurdistanê mêtînkariyeke navneteweyî dihat meşandin. Welat û rastiya gelekî ku ji aliyê pergala gerdûnî ya kapîtalîst hatiye parçekirin, di bin mêtînkariyê de ye, înkar û îmha li ser tê meşandin. Ji ber vê çendê têkoşîna li Kurdistanê ji destpêkê heya roja îro, têkoşîneke li dijî pergalê ye. Têkoşîna 40 salan a Tevgera Azadiya Kurdistan PKK’ê ji gelekî ku ber bi tunebûn, înkar û îmhayê bû gelekî serhildêr ku ji bo azadiya xwe wê heya dawî têkoşîn bike, ava kir. PKK tevgereke wisa bû ku ne gengaz bû Kurd dest jê berdin û têkoşîna ku bi şikandina hemû zincîrên tirsê hatibû destpêkirin, ji bo gelê Kurd tenê rêya rizgariya ji zilmê bû. Têkoşîna PKK’ê ji bo gelên din jî bi bû ronahiyek ji hêviyê.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve, gelek caran agirbestên yekalî îlan kiriye û bal kişandiye ser çareseriyeke mayînde. Di heman demê de ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan a di bin banê Komara Demokratîk a Tirkiyeyê de. Lê belê tevî hewldanên Birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistan, hukûmeta Tirkiyeyê her tim bi polîtîkayên mijûlkirinê û înkarê bersiv daye daxwazin gelê Kurd û di şerê taybet de israr kiriye.

‘EM DIXWAZIN BI AGIRBESTA YEKALÎ ŞANSEKÎ BIDIN TIRKIYEYÊ’

Pêvajoya agirbesta yekalî ya di sala 1993’yan de bi navbeynkariya Celal Talabanî û hin derdorên din ku hatibû destpêkirin Rêberê Gelê Kurd jî bi deklerasyonekê ew agirbest ji raya giştî re ragihand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser agirbesta yekalî radiweste û dide diyarkirin ku, yek ji pirsgirêka bingehîn, pirsgirêka gelên Kurd û Tirke. Ocalan dide diyarkirin ku, çareserkirina vê pirsgirêkê deynê stûyê wane û wê pirsgirêka gelên Kurd û Tirk, qedera hemû gelên li Rojhilata Navîn tayîn bike û wiha dibêje: “Em naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêya tundiyê çareser bikin. Lê belê li Tirkiyeyê hîn jî polîtîkayeke înkarê ku xwe dispêre hin sedemên dîrokî ku hukûmeta heyî jî derbas dike, didomin. Polîtîkayên Kemalîst ne tenê di pirsgirêka neteweyî de, her wiha di pirsgirêka demokrasiyê de jî gihiştiye rewşeke ku ji nav dernakeve. Ew yek jî ne tenê zerarê dide gelê Kurd, dide gelê Tirk jî. Ji bo vê hewcedarî bi çareseriyeke bi kok heye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo danîna çekan, dide diyarkirin ku pêwîstî bi agirbesteke dualî û berfireh heye û ji bo vê jî beriya her tiştî divê destûra bingehîn ji nû ve bê destgirtin. Di deklerasyona ku ji aliyê Birêz Ocalan ve di sala 1993’yan de hat weşandin, îşaret bi rê û rêbazên siyasî yên ku rê li pêşiya pêvajoyê veke û dawî li pevçûnan bîne, dike. Di deklerasyonê de çend pirsên girîng tên kirin: “Gelo dewleta Tirk, dixwaze xwîna ku diherike bide sekinandin, an na? Dixwaze, temînata hin mafên zagonî bide gelê Kurd an na? Rêya demokratîk vedike, yan na?” Mixabin dema ku em li pêvajoyên berê û paşê jî dinihêrin, dewleta Tirk berde ji bo pêvajoyek aştiyane amade be, di înkar û îmhayê de wek her carê bi israr tevgeriyaye. Birêz Ocalan dide diyarkirin ku, eger bersiveke diyar ji wan pirsan re bê dayîn, ew dê bikarin heya dawiyê agirbestê bi rê ve bibin. Wek me di mînakên Bask û Başûrê Afrîkayê de jî dît, heya ku Rêber û tevgerên wan muxatabên pirsgirêkê nehatin dîtin û pêvajoya diyalogan yekser bi wan re destpê nekir, çareseriyek mayînde pêk nehat.

Wê berdewam bike