'Aştî tenê bi muzakerekirina aliyên ku şer dikin dikare pêk bê'-I

'Aştî tenê bi muzakerekirina aliyên ku şer dikin dikare pêk bê'-I

Efrîkaya Başûr, ji salên 1948’an û heya 1990’an ji aliyê rejîma Apartheid a ku xwe dispêre nîjadperestiyê dihat birêvebirin. Li Efrîkaya Başûr rêveberî di destê mirovên spî de bû ku li gorî şêniya Efrîkaya Başûr ji sedî 15 (%15) bûn. Lê yek ji gelên herî qedîm ê xwecih û mirovên reş re tu mafên siyasî û medenî tune bûn. Ew rejîm, piştî Kongreya Neteweyî ya Efrîka (ANC) ku bi Serokatiya Nelson Mandela hat avakirin, sala 1990’an de bi dawî bû. Bi dawî anîna rêveberiyeke ji derveyî serdemê û ji bo avakirina welatekî ku mafê wekhev ê hemû neteweyan pêk bîne, pêwîstî bi qanûneke bingehîn hebû. Ji bo nivîsandina qanûneke bingehîn, di navbera salên 1990-1997’an de piştgiriyeke mezin a gel çêbû û nêzî 2 milyon kes bi pêşniyarên xwe tevlî wê pêvajoyê bûn.

Pêvajo ji sala 1983’yan ve destpê dike. Rejîma Apartheid qanûn û biryaran derdixe û 3 parlamentoyan dide avakirin. Yek ji bo mirovên spî, yek ji bo mirovên xwecih û yek jî ji bo kesên din. Lê belê mirovên reş ku beşa giştî pêk dianîn ji derveyî vê pêvajoyê hatin hiştin. Di navbera salên 1983-95’an de xwepêşandanên mezin ên protestoyî pêk hatin. Ji bo azadiya Nelson Mandela di salên 1989-90’î de, li ser dewletê zexteke mezin tê çêkirin. Hukûmetê di 10’ê sibata 1990’an de Mandela serbest berda. Piştî wê ANC (Kongreya Neteweyî ya Efrîka) ji bo lihevhatinek pêk bê û dijminatiya di navbera mirovan de bi dawî bibe bang dike.

Li Efrîkaya Başûr di salên 1960’an de baskê leşkerî tê birêxistinkirin. Sedema vê yekê jî encam negirtina têkoşîna ji sala 1912’an heya sala 1960’î tê destnîşankirin û tê diyarkirin ku, ew di mijara têkoşîna azadiyê de ciddî nehatine girtin. Têkoşîna Çekdarî ya Efrîka Başûr, ji ber ku tu alternatîf, rê û rêbazên têkoşînê ji wan re nayê hiştin tê destpêkirin. Mînak: kuştin, çewisandin û komkujiyên ku li ser gel tên meşandin. Her wiha di wê pêvajoyê de girtina 20 hezar mirovan û bi her cureyî mafê şexsî yê demokratîk ku tê qedexekirin, wek encama wê tê destnîşankirin. Di qada civakî bi awayekî giştî rê li pêşiya têkoşîna demokratîk tê girtin. Dema ku têkoşîna gelê Efrîkaya Başûr a bi rêyên demokratîk tê astengkirin û encam nagire; ANC, biryara têkoşîna leşkerî ya li dijî dewleta Efrîkaya Başûr digire û di sala 1961’ê de rêxistina leşkerî ya bi navê (Umkhonto We Sizwe) yanî “Rima Neteweyî” tê avakirin.

Li Efrîkaya Başûr pêvajoya aştî û muzakereyan di sala 1980’an de hat destpêkirin. Di wê pêvajoyê de hîn Mandela girtî bû. Hevdîtinên rayedarên dewleta Apartheid ên bi Mandela re li girtîgehê tên destpêkirin. Bi demê re ew hevdîtin vediguherin muzakereyan û ew pêvajo heya azadiya Mandela ya sala 1990’î didome. Helbet ew pêvajoya, diyalog û muzakereyan car caran hatine rawestandin, an jî rawestandin. Ji ber ku di pêvajoyeke wisa de helbet hin derdor û kesan xwestine pêvajoyê berevajî bikin. Mînak di nav dewletê de kesên ku xwestin ji pêvajoyê feyde bigirin çêbûn û dest ji polîtîkayên şerxwaz ên li dijî ANC bernedan. Mînak: Wek şertê destpêkê danîna çekan ji bo ANC’ê pêşniyarek ne di cih de bû. Ji ber ku ne ANC û ne jî gel ji bo vê yekê amade bûn û çek wek garantiya hebûna xwe didîtin. Ji bo ku Mandela biryarek bi wî rengî bide, pêwîstiya wî bi piştgiriyek mezin a gel hebû. Her wiha di pêvajoya muzakereyan de parastina gel jî girîng bû û lewma parastina cewherî ya gel hat birêxistinkirin.

Di pêvajoya aştî û muzakereyan de gavên sereke ku li Başûrê Efrîkayê hatin avêtin çi bûn? Û ew pêvajo çawa hat destpêkirin? Em wan bi vî awayî dikarin rêz bikin: Beriya her tiştî dewleta Efrîkayê bi endamên ANC re ku li derveyî welat diman hevdîtin çêkirin û piştî demeke kurt li girtîgehê bi Mandela re hevdîtin hatin destpêkirin. Ji bo ku kesên li derveyî welat vegerin û bikarin tevlî pêvajoyê bibin, şertê berdana endamên ANC hat pêşniyarkirin. Bi vî awayî kesên girtî beş bi beş hatin berdan û bi taybet hin kesên girîng ku bikarin tevlî pêvajoyê bibin destpêkê hatin berdan. Di sala 1982’an de kampanyaya “Mandela serbest berdin” hat destpêkirin. Rejîma Kêmnetewe ya Nîjadperest a spiyan fêm kir ku ji bo çareseriyeke mayînde divê Mandela muxatap bê girtin û li ser vê esasê bi hin rayedarên xwe re hevdîtin dan destpêkirin. Di sala 1986’an de serokê dewletê P.W. Botha li girtîgehê bi Mandela re hevdîtinek çêkir û bi biryarnameyek taybet di 11’ê sibata 1990’î de Mandela bê şert û merc hat berdan. Di vir de tişta herî girîng û berbiçav pêvajoya diyalog û muzakereyan bi awayekî ciddî piştî berdana Mandela tê destpêkirin û dawî li şerê çekdarî tê. Di sala 1996’an de komîsyona lêkolîn û heqîqetê tê avakirin û her du alî tên guhdarkirin.

JI BO ÇARESERIYEKE MAYÎNDE, BAWERÎ Û GAVÊN BI CESARET PÊWÎSTIN

Pirsgirêka Îrlandayê, di sala 1167’an de bi dagirkirina axa Îrlandayê ji aliyê Îngilîstanê, hatiye destpêkirin. Bûyerên tundiyê jî di wê pêvajoyê de heya sala 2007’an berdewam kirine. Polîtîkayên cihêkariyê yên Îngilîstanê ku li hemberî Îrlandayê pêk dianî, bi demê re bû sedema serhildanên gel. Îngilîstanê bi polîtîkayên destdanîna li ser axa wan, mafê mamostetiyê ji wan girt, bi kesên ji mezhebên din re zewaca wan qedexe kir, di heman demê de gel, ji giravê dûr xist û asîmîle dikir. Bi vî awayî dixwest wan biçewisîne. Lê belê gelê Îrlandayê ji sala 1970’î û pê ve, ji bo xwebirêvebirineke xweser, cihekî berfireh di nav siyaseta Îngilîstanê de girt. Partiya Sinn Feîn, ku tê wateya “Em bi xwe” di sala 1905’an de hat damezirandin, dema ji bo têkoşîna Komara Îrlandayek Xweser hat destpêkirin, li hemberî wan Protestan ku bi çek bûn û li ser prensîbên wan ên “parçenekirina welat” biryara şer dan. Dema rewş bi vî rengî bû, Artêşa Komara Îrlandayê ( ÎRA) ku li Paskalyayê di sala 1916’an de hatibû damezirandin dest bi şer kir. Ew rewş heya sala 2005’an dewam kir.

Şerê serxwebûnê yê Îrlandayê ku di wê dîrokê de hat destpêkirin, di sala 1921’ê de bi parçekirina giravê, avakirina Komara Başûrê Îrlandayê û bi hiştina 6 eyaletên li Bakûrê Îrlandayê ya ji rêveberiya Îngilîstanê re mirov dikare bêje di tevahiya sedsala 20’emîn de şer dewam kir. Ji sala 1969’an û şûn ve hukûmeta Îngilîz hewl dida ku pirsgirêkê bi rêya siyasî çareser bike. Lê belê hemû hewldan, ji ber nêzîkatiyên derdorên muhafezekar ku qaşo naxwazin bi terorîstan re li ser maseyê rûnin, bê encam man. Ew rewş heya salên 1980’î tê û di mijara aştiyê de tu gavên ku hêviyê bidin avakirin nehatin avêtin. Her hukûmeta ku nû dihat ser desthilatdariyê bi gotina, “Ez bi terorîstan re rûnanim” û şertê destpêkê danîna çekan derdixistin pêş. Şertê sereke yê hevdîtinan ji bo wan teqez danîna çekan bû.

Lê belê ev rastî pir eşkere ye ku ji bo çek bên danîn, hewcedarî bi hin gavên din ku bên avêtin hene.

ÇEKDANÎN DI TU MUZAKEREYAN DE NEBÛYE ŞERTÊ YEKEM

Her weke ku dewleta Tirk jî bi israr ji Tevgera Azadiya Kurdistan vê dixwaze, lê em baş dizanin ku Tevgera Azadiya Kurdistan PKK’ê, di sala 1999’an de hêzên xwe ji sînor kişandin,lê dê biryarek wisan dubare neke. Yanî hewcedarî bi garantîkirina jiyana gel û pêvajoyê heye. Ji bo vê jî wek pêngaveke erênî û baweriyê pêwîste ji aliyê dewletê ve, hin gavên ku mirov pê bawer bike û wêrek bên avêtin. Çek tenê di pêvajoyekê de ku di navbera her du hêzan de atmosfereke baweriyê bê avakirin, dikare bê danîn. Mînak, weke gaveke destpêk û berbiçav; di sala 1983’an de bi damezirandina Konseya Îngilîz-Îrlandayê pêvajo tê destpêkirin. Di salên piştî wê re, di 1985’an de peymana di navbera Îngilîz-Îrlandayê, ji bo parastina berjewendiyên her du aliyan konferanseke navhukûmetî û di sala 1993’an de danezanek hevbeş tê amadekirin. Ji bo vê peymanê di sala 1995’an de çarçoveyeke nû tê pejirandin. Lê ji bo danîna çekan gava sereke Peymana Belfast ku di 10’ê nîsana 1998’an de tê îmzekirin tê pejirandin. Bi vê peymanê re Parlamentoya Stormont a Bakûrê Îrlandayê ku di sala 1972’yan de hatibû girtin, hat vekirin û biryara berdana girtiyan tê dayîn. ÎRA jî di 28’ê tîrmeha sala 2005’an de çek danî.

Dema ku em li rewşa heyî temaşe dikin tê dîtin ku, piştî baweriya di navbera aliyan de pêk tê û şûn de, pêvajo bi Peymana Belfast bi pêş ve diçe û bi efûyek giştî baweriya di navbera aliyan de hîn xurttir dibe. Bi vî awayî pêşiya siyasetê tê vekirin. Lê belê dema ku em rewşa li Kurdistanê dinihêrin tê dîtin ku, bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de tên ragirtin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin êşkenceyeke giran de tê ragirtin û nahêlin ku Birêz Ocalan bi nêrînên xwe tevlî pêvajoyê bibe. Bi operasyonên siyasî û leşkerî di ser gel û Tevgera Azadiya Kurdistan de diçin û di pêvajoyek bi vî rengî de jî dixwazin PKK çekan dane. Gelo di rewşeke wisa de ku gelê Kurd bi qirkirineke fizîkî û çandî re rû bi rû ye mirov dikare behsa danîna çekan bike? Bêgûman ne gengaze. Dema ku em li mînakên li cîhanê temaşe dikin û dinirxînin, em pir aşkere dibînin ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê eve ku naxwaze PKK’ê û Rêberê wê wek muxatabên bingehîn ên çareserkirina pirsgirêka Kurd bibîne. Lê di encam de çareseriyeke mayînde tenê bi hevdîtinên aliyên şer re dikare pêk bê.

-Sibê:

*Tirkiyeya wê demê û rewşa Kurdan

*PKK û têkoşîna Kurd