Cigirê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay, di mijara ‘berlêvekirina kurd’ de ku heta îro dem bi dem navê wê hate guhertin û encamek nehati bidestxistin de axivî û got ‘heta çek danînê’ xebatên wan dimeşin. Gelo di gotinên Atalay de nû bûnek heye, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiyan pêngavên şênber dê bên avêtin?
Beşîr Atalaya roja înê di CNNTurkê de pirsên Hande Firat bersivan. Atalay got diniha demeke cuda ye û got ji bo çek bên danîn hevdînên wan hene.
Atalay got ku bi Herêma Federal a Kurdistanê re hatine dawiya rê û wiha got: “Ev demeke cudaye. Daxwaz û hevdîtin hene. Heta çek danînê, heta teslîmbûnê hevdîtin hene. Ev hemû din ava xebat û hevdînan de ne. Ji bom e ya herî girîng çek danîne. Daxwaza me eve kul i Bakurê Iraqê rêxistina terorê çekan deyne. Serokwezîr jî piştî hevdîtina bi Mesut Barzanî re vegot. Divê çek bên danÎn û ev herêm ji tororê bê paqijkirin.
DI MEHA HEZÎRANÊ DE DÊ BÊ NÎQAŞKIRIN
Atalayê ku got xebatên wan yên berfireh hene wiha pê de çû: “Xebatên me yên nû li Bakurê Iraqê hen. Hem ji bo mafê mirovan û hem jî di warê demokratîkbûnê. Bi 3-4 pakêtan pêngavên me yên demokratÎk didomin. Bi taybetî di vê demê de beriya ku meclis bê girtin, me rojeva xwe ya meha hezîranê wiha plan kir. Di rojên pêş de serokwezîr dê di axaftina komê de an jî di nîrxandinên xwe yên cuda de hun dê pêngavên şênber bibîhizin. Beşeke qanûn û beşeke din jî pêkanînên din e. Ji bo welatiyên me zimanê dayika xwe hîn bibin xebatên me yê nû hene.
FELSEFEYA ERDOGAN
Dema nûçeyên ‘bang li zarokên xwe yên çiya bikin’ bi Atalaya hate bibîrxistin wiha got: “Belê ew jî heye. Lê Tirkiye ne tirkiyeya berê ye. Gelek travma jiyaye. Bîranên xemgîn hene. Îro rêveberî dibêje;’ felsefeya mirovan bide jiyîn û bila dewlet bijî’ û mirovan derdixe plana yekemÎn.
Atalaya li îdiayên xwe îdia zêde kir û wiha pê deçû: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan Tirkiye îro li cihekî baştire. Ji bo çareseriyê pêngav hatine avêtin. Tirkiye dikare pirsgirêka çareser bike. Hem di warê civakî de hem jî di warê titşên îro tên axaftin de. Welatiyên herêmê dixwazin jiyaneke baştir bijîn. “
Atalay da zanîn ku têkiliyên bi Iraqê re girîngin û wiha got: “ Hevdîtinên teror, enerjî û pirsigirêkên Irqê hene. Ez bi Mesud Barzanî û Neçîrvan Barzanî re hatim cem. Daxwazên me yên ji wan diyarin. Heta ku ew li wir terorê bidin jiyîn, nekarin mesafeyê bigirin. Ez xebatên me yên wir girîgn dibînim. Rêxistina terorê nekare li wir hêsan bijî. Divê rêveberiya bakurê Iraqê titştekÎ bike.”
DYA ALIYEKÊ WÊ YE
Atalaya der barê gotinên DYA di dewrê de ye jî wiha got: “DYA ji xwe alîyekê vî kariye. Ji ber pozîsyoan x weya Iraqê. Em pozîsyona wan dizanin. Ji serî de din av de ye. Li stenbolê civîn heye. Normale ku DYA din av de cih bigire.”
Li ser pirsa; kesên çekan deynin dê bên Tirkiyeyê jî wiha got; Di van mijaran de beriya ku em vê astê, daxuyaniyên zû wekî pirsgirêkê dibînin. Lê ez vê bêjim. Ali aliyekê serdana muhalefetê , hevdîna bi serokê giştî re girînge. Em ji fêdeyê dixwazin. Em wekî hikûmetê xebatên pir alîdimeşînin”
Atalay wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku îktîdar pêngavên wisa bavêje, rîskan bigire û li dijî vê jÎ partiyên siyasî amûrên siyaseta hundirî a ajîte bikarbîne encam dê zehmetir bibie. Em hevdîtinên muhalefetê ya bi îktîdarê re girîng dibînin. Rojave wan a sereke eve. Ez bwerim ev dê hêzê bide polîtîkaya me.”
DI GOTINÊN ERDOGAN DE TIŞTEKî NÛ HEYE?
Atalay di îfadeyên xwe de di mijara ku aliyek PKK’ê ye de tu tişt negot. Ev daxuyaniya Atalay jî balkêşe ku piştî hevdîtina bi CHP’ê û Neçîrvan Barzanî re hate kirin, hate dayîn.
Di gotinên Atalaya de rewşeke nû tune. Lê di axaftinên wî de tê fêm kirin ku dema bi rayedarên herêma Kurdistanê re hevdîtin kiriye, nîqaşên li ser derxistina PKK’ê ya ji herêmê hatiye kirin. Ev rewşeke nû îfade nake. Tirkiye ji berê de vê armanc dike. ev jî rewşeke veşartî nÎne.
PKK’Ê PIŞTRAST NEKIR
Ji PKK’ê jî der barê van hevdîtinan de hêj daxuyaniyek nehatiye dayîn. Berovajî vê êrîşên dewletê yên li ser gelê kurd ji her demê zêdetir bûye û pevçûn jî ji demên din dijwartirin.