Li mirinên bi guman ên di nava artêşa Tirk de yeke din zêde bû. Li Fermandariya Cendirmeyan a li bajaroka Murefte ya navçeya Şarkoy a bajarê Tirkiye Tekîrdagê, leşkerê Kurd ê ji Qersê ji aliyê astsubayek ve bi demanceyê hate kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer di 5’ê Îlonê de saetên danê varê de li bajaroka Murefteyê qewimî. Hat diyarkirin ku piştî leşker ji şahiyekê derdiketin,di encama guleya ji demanceya astsubayê bi navê Emrah Onal derket de leşkerê Kurd yê bi navê Mete Irmak jiyana xwe ji dest dan. Gule li stûyê Irmak ket.
Hat îdîakirin ku dema demance ji bo kontrolkirina vale an tije ye, dihat ceribandin, gule jê derketiye û. Onal hate girtin û ew şandin Girtîgeha Leşkerî ya Çorlûkê.