Karwanê cenazeyên 20 kesên ku duh êvarê li Helebê di encama êrîşa hewayî ya rejîma Suriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li derketina Helebê ji aliyê hêzên Artêşa Suriyeya Azad ve hate rawestandin.
Cenazeyên 20 kesên di bomberana duh a li Helebê de hatibûn qetilkirin, ji bo ku bêne definkirin bi karwanekî ji sedan wesayîtan pêk tê, ber bi bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ve derxistin rê. Karwanê cenazeyan li derketina Helebê li Taxa Hirêtan ji aliyê endamên Artêşa Suriyeya Azad ve hate rawestandin.
Hêzên Artêşa Azad xwestin nasnameyan kontrol bikin, lê gel nerazîbûnek tund nîşan da. Li ser vê yekê, bêyî ku nasname bê kontrolkirin, karwanê cenazeyan rêwîtiya xwe domand.