Artê‏şa Azad Deriyê Sînor ê Tilebyatê bi dest xist

Artê‏şa Azad Deriyê Sînor ê Tilebyatê bi dest xist

Hate ragihandin ku li bajarê Tilebyat ê Suriyeyê di navbera hêzên Artêş‏a Azad û hêzên rejîmê de ‏şer çêbûye û di encamê de li Deriyê Sînor ê Tilebyatê 4 le‏şkerên rejîmê hatine kuş‏tin û deriyê sînor jî ketiye destê Artê‏şa Sûriyeya Azad. Her wiha hinek taxên Tilebyatê jî ketine destê Artê‏şa Azad.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li bajarê Tilebyatê ev 3 roj e di navbera Artê‏şa Azad û hêzên rejîmê de pevçûn diqewimin. Hate ragihandin ku di pevçûna ku îro li ser Deriyê Sînor ê Tilebyatê qewî de rayedarek rejîmê û 3 peywîrdarên deriyê sînor hatine ku‏ştin. Li gorî agahiyan pi‏ştî pevçûnê deriyê sînor ketiye destê Artê‏şa Azad.

Hate ragihandin ku hinek taxên bajarê Tilbeyatê û gundê Eyn Erus jî ketiye destê Artê‏şa Azad. Her wiha hate gotin ku hêzên rejîmê di avahiyên fermî de mane û bi anonsanên, "Bila Artêş‏a Azad teslîm bibe, heke teslîm nebe em ê bombebaran bikin" tehdîdan dibarînin.

Li gorî hinek nûçeyên di çapemeniya tirk de derketine, dengê çekan ji navçeya Kanîxezalan a Rihayê jî hatine bihîstin, guleyên çekan ketine nava navçeyê û 2 kes birindar bûne.

Li aliyê din hate îdîakirin ku 10 leş‏kerên xwestine ji artêş‏a rejîmê îstîfa bikin, dîsa ji aliyê artêş‏a rejîmê ve hatine ku‏ştin.