Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê aqubeta windakirina rêveberên HADEP'ê yên Silopiyê Serdar Taniş û Ebûberkîr Denîz yên di sala 2001'an de hatin windakirin pirsîn û wiha gotin: "Ramana îro kurdên dixwazin siyaseta demokratîk bikin digirin berdewamiya ramana windakirina Taniş û Denîz e."
Endamên Şaxa ÎHD'ê yên Îzmîrê li ber Sumerbanka kevin hatin cem hev û bi şîara "Em dê li windayên xwe bigirin û ji kiryaran hesabê bipirsin" li darxistin. Di çarçoveya çalakiya du hefteyan carekê tê lidarxistin de vê hefteyê aqubeta rêveberên HADEP'ê yên Silopiyê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn. Endam û rêveberên TAYD-DER'a Îzmîrê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankrata "Winda diyarin kiryar li ku ne" hate vekirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 90'an de di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hatin hilgirtin.
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Alagoz daxuyanî xwend û çîroka windabûna rêveberên HADEP'ê yên Silopiyê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz yên ku di sala 2001'an de ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin û hatin windakirin vegot. Alagoz diyar kir ku, Taniş û Denîz ji bo vekirina Rêxistina HADEP'ê ya Silopiyê dixebitîn û rastî gefên Fermandarê Alaya Cendirmeyan yê Şirnexê Levent Ersoz dihatin. Alagoz anî ziman ku, Taniş û Denîz di 25'ê çileya 2001'an li ser fermana Ersoz ji bo îfadeyan gazîkirin Qereqola Cendirmeyan a Silopiyê û ji wê rojê heye niha tu agahî ji wan nayên girtin. Rayedarên wê demê gotin, Taniş û Denîz, "Ji bo ku qereqolê ziyaret bikin hatin" û binçavkirin redkirin. Alagoz da zanîn ku, leşkerek ji Rojnameya Gunlukê re axivî û got, "Taniş û Denîz li ber Çemê Dîcleyê hatin înfazkirin û li navçeya Kerboranê hatin definkirin"
'DIVÊ ERSOZ YÊ KU DI DOZA ERGENEKON Û BALYOZÊ DE BERSÛCE BÊ DAREZANDIN'
Alagoz bilêv kir ku, hemû hewildanên malbat, parêzer, ÎHD û TÎHV'ê bê encam man û wiha got: "Ji ber ku Taniş û Denîz xwestin ku siyaseta demokratîk bikin hatin windakirin. Ramana îro kurdên dixwazin siyaseta demokratîk bikin digirin berdewamiya ramana windakirina Taniş û Denîz e." Alagoz xwest ku, bersûcê doza Ergenekon û Balyozê Fermandarê Alaya Cendirmeyan yê wê demê Levent Ersoz, Fermandarê Yekîneya Lêpirsînê yê Fermandariya Alaya Cendirmeyan yê Şirnexê Taşkin Akgun û Serbazê Fermandarê Cendirmeyan yê Silopiyê Selîm Gul yên Taniş û Denîz windakirin bên darezandin. Alagoz xwestin ku, Waliyê OHAL'ê yê wê demê Gokhan Aydiner û Waliyê Şirnexê Huseyîn Başkaya bên darezandin.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.