Li Amedê operosya qirkirina siyasî: 6 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê bi çarçoweya operasyona qirkirinê 6 kes hatin destgîrkirin.

Şevê dî li navçeya Amedê Farqînê li taxa Mescîtê li cihê tîmên taybet ên Tirk teqînek çêbû. Piştî teqînê ku li tevahiya navçeyê hate bihîstin gelek wesayitên zirxî şandin cihê rûdanê. Hate gotin çalakî bi teqemeniyên bi destan çêkirî hatiye kirin.

Bi hinceta teqînê berê sibehê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girt û 6 kes hatin destgîrkirin. 

Kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûrtiya Emniyetê ya Navçeya Farqînê.