Alîgirên çapemeniya Azad li Çaglayanê ne

Alîgirên çapemeniya Azad li Çaglayanê ne

Piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan ya Dîcley, rojnameya Ozgur Gundem û ANF’ê 36 girtî bigiştî 44 rojnamevan têne darezandin, îro doza herî mezin ya rojnamevana ya Tirkiyeyê destpê dike.

Ji demjimêrên serê sibehê ve ji ber doza dê li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê bê dîtin diherikin Çaglayanê.

Li ber edliyeyê pankartên “Rehîna berdin dest bi muzakereyan bikin” hatin vekirin û di nav de Hevseroka KCD Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlementerê BDP’ê Hasîp Kaplan, Prof.Dr. Buşra Ersanli jî heyî gelek kes hatin ber edliyeyê.

Gelek rojnamevanên weke Yildirim Turker, Ahmet Şik, Nûray Mert û Berrîn Karakaş jî ji bo piştgirî dana hempîşeyên xwe li Çaglayanê ne.

Rûniştina ku dê 5 rojan bidome, ji bîroyên Amed, Enqere, Îzmîr, Stenbol û gelek bajarên din dê qasî 100 parêzer rojnamevana biparêzin. Parêzer dê li ser navê hemû girtiyan parastinekî hevpar bikin. Girtî jî dê daxwaza parastina xwe ya 40 rûpel ya bikurdî pêşkêşî dadgehê bikin.

Di 20’ê Kanûna 2011’an de di operasyonê de 36 rojnamevanên Rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê, Ajansa Nûçeyan ya Firatê, Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan ya Etkîn, Matbeya Gun û Demokratîk Modernîte hatin girtin. Doza ku bigiştî 44 rojnamevan tên darezandin, ji nûçe û hevdîtinê bi navendê re kirine rêketine û îdîaname amadekirine. Di îdîanameyê de tê îdîakirin ku, rojnamevan endamên Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê ne.