Alîgirekê PDK’ê li Zaxo xwest 2 car dengê xwe bikarbîne !
Alîgirekê PDK’ê li Zaxo xwest 2 car dengê xwe bikarbîne !
Alîgirekê PDK’ê li Zaxo xwest 2 car dengê xwe bikarbîne !
Îro li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlemanê bi pirsgirêkan despêkir. Aligirekî Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) li Zaxo dema ku xwest cara duwem dengê xwe bi kar bîne aşkera bû.
Îro serê sibehê de li hemû deverên Herêma Kurdistanê gel herikîn ser sindoqên dengdanê. Bi taybet li herêmên ku di bin kontirola Partiya Demokrat a Kurdistan( PDK)de ne li gelek cihan hîle têne kirin. Yek ji van hîleyan jî îro li dibîstana Pirtuka Hekarî ya li bajarê Zaxo derket holê. Aligirekê PDK’ê bi navê Salih Hisên Remezan xwest cara duwem dengê xwe bikar bîne, lê ji aliyê erkdar û çavdêrên li ser sindoqan hat girtin.
Hate zanîn ku piştî cara yekem dengê xwe bikar aniye, boyaxa ku li ser tiliya xwe bi ava lekeyan paqij kiriye û xwestiye cara duwem dengê xwe bikar bîne.