Ji bo pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar destpê kir, piştgiriya beşên cuda yên civakî yên li qada navneteweyî dewam dike.
Ji tevgerên civakî yên li Belçîkayê aktîvîst Dîego del Norte ji ANF'ê re axivî û got, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo lêgerînerên cîhaneke nû bûye çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê. Dîego del Norte destnîşan kir ku kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan destpê kiriye girîng e û divê xwedî lê bê derketin.
'ABDULLAH OCALAN JI BO GELÊN CÎHANÊ BÛYE ÇAVKANKIYA SÛDWERGIRTINÊ'
Aktîvîst Del Norte got, "Ji deverên cuda yên cîhanê, mînak mirovên li Hindistan, Fîlîpîn, Kolombiya, ji herêmên cuda yên Ewropayê paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan weke îdeolojiyeke sûdwergirtinê dibînin" û wiha dewam kir: "Bi dîtina min, paradîgmaya Abdullah Ocalan gelekî wêrek û çavkaniya sûdwergirtinê ye ku nîşanî me dide, em bi pirsgirêkên bi heman rengî re rû bi rû ne. Gelek ji me dixwaze ku ji rêbazên kevneşop ên hînî me hatiye kirin wêdetir, bi rê û rêbazên cuda yên birêxistinkirina civakê tevbigerin. Bi taybetî mijarên netewe dewlet, sînor, nasnameyên cuda yên dema dawî timî dikevin rojevê gelekî girîng in. Li hemberî van pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşan dide."
'DIVÊ EM JI BO AZADIYA WÎ TÊBIKOŞIN'
Aktîvîst Del Norte işaret bi girîngiya pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' kir ku 10'ê Cotmehê destpê kir û got, "Gelê Kurd û lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan mîna gelek şoreşgerên di dîrokê de li zexteke giran û tecrîdê rast tê. Abdullah Ocalan zêdeyî 20 sal in di nava şert û mercên îllegal û derveyî mirovahiyê de tê hiştin ku divê dawî li vê yekê bê anîn."
Del Norte destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê li her derê têkoşîn bê meşandin û got, "Ocalan ji bo mirovên li çar aliyên cîhanê di nava têkoşîna avakirina cîhaneke nû de ne, dibe çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê. Divê em daxwaza azadiya Ocalan bikin. Her wiha xwendina berhem û fikrên Ocalan wê bi kêrî me bê. Abdullah Ocalan di heman demê de nivîskarekî hilberîner e ku têkildarî dema heyî xwedî fikrên kûr e."