AKP dixwaze bîrdariya Andrea Wolf hilweşîne

AKP dixwaze bîrdariya Andrea Wolf hilweşîne

Endamê Meclisa Bajar a Wanê yên AKP'î der barê bîrdariya Şehîtgeha Rohanî ya gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf û 40 hevalên wêy ên PKK'î ku di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dabûn, biryara hilweşînê da.

Rêveberên BDP'ê yêm Wanê li dijî vê biryarê diyar kirin ku ew dê li ser Şehitgeha Ronahî nobetê bigirin û destûr nadin hilweşînê.

Di 23'ê Cotmeha 1998'an de li navçeya Şaxê ya Wanê di navde Civaknasa Alman Andrea Wolf jî heye 41 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û li herêmê bi komî hatibûndefinkirin. Andrea Wolf jî di navde 41 gerîlayên PKK'ê li cihê bûyerê bi komî hatibûn definkirin. Piştî li Lice, Bagok û Tetwanê ji bo endamên HPG'ê û PKK'ê goristan hatin avakirin, di 14'ê Îlonê de jî li Gundê Kelehê yê Şaxa Wanê jî li ser navê  gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) ku bi eslê xwe Alman e Şehîtgeha Ronahî" bi merasimekê hat vekirin. Di vekirinê de rêveberên BDP'ê MEYA-DER, GOÇ-DER, Dayikên Aştiyê, Endamên Meclisa Şaredariyê jî di nava merasimê de cihê xwe girtibûn. Şehîtgeh bi alên PKK'ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û siloganên "Bijî serok Apo", "Em kîne Apocî nê", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" vekiribûn. Piştî hefteyek berê Şehîtgeha Rohanî hat vekirin Meclisa Giştî ya Bajar a Wanê biryara hilweşîna birdariya Ronahî da. Emdamên Meclîsa Bajar ên AKP'î yên Wanê dengê xwe dan û biryara hilweşînê dan.

Cîgirê Hevserokê BDP'ê yê Wanê Azim Yacan, der barê biryara hilweşînê de diyar kir ku ew dê li dijî biryara Endamên Meclîsa Bajar ên AKP'î de li ser Şehîtgehê kon vedin û li wir nobetê bigirin. Yacan, xwest bi lezgîn biryar bê betalkirin û bang li her kesî kir ku tev li nobeta li ser Şehîtgehê bibin.