AKP derbasî moda "şer" dibe
AKP derbasî moda "şer" dibe
AKP derbasî moda "şer" dibe
AKP ya piştî operasyona bertîl û nelirêtiyê li Emniyetê dest bi operasyoneke mezin kir, di nava hemû navgînên dewletê de li hemberî cemaeta Fetûllah Gulen şer îlan kir. Rêveberiya AKP'ê ku wê di nava vê hefteyê de li Desteya Bilind guhertinan bike, xwe amade dike herî kêm 10 waliyan ji peywirê bigire.
Operasyona bertîl û nelirêtiyê ya li ser bingeha Şaredariya Fatîh û Halkbankê destpê kir, hemû hesabên AKP'ê ser û bin kir. AKP li hemberî vê rewşê li dijî Cemaeta Gulen şer îlan kir. Hikûmeta AKP'ê ku li Muduriyeta Emniyetê cihê nêzî 200 kesan guherand, wê vê hefteyê li Desteya Wezîran jî guhertineke bingehîn bike. Di guhertina li Desteya Wezîran de tê payîn ku sê wezîrên di hilbijartinên herêmî de namzet hatine nîşandan, peywira xwe radest bikin. Lê belê tê îdîakirin ku hejmara wezîrên bên guhertin bi 3'an sînorkirî nemîne, ev hejmar bibe 10.
Çav li rê ye Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wezîrên navên wan di lêpirîna bertîlê de derbas bûne Mûammer Guler, Zafer Çaglayan, Erdogan Bayraktar û Egemen Bagiş li derveyî desteyê bihêlin, lê di heman demê de peywira gelek wezîrên din biguherîn da ku bi vî rengî îdîa bike ku ti pêwendiya vê guhertinê bi lêpirsîna bertîlê nîne.
Li gorî kûlîseke din, dê bi ti awayî dest nede wezîrên navên wan di lêpirsînê de derbas bûne û bi vî rengî hewl were dayîn bêgunehiya wan were parastin.
LI HEMBERÎ WALIYAN OPERASYON
Li aliyê din AKP ji bo Cemaeta Gulen li hemû saziyên dewletê derxîne, ket nava tevgerê. Hat ragihandin ku operasyonên li emniyetê dê dewam bikin. Tê gotin ku 10 Waliyên pêwendiya xwe bi cemaetê re heye ji bo navendê werin vekişandin û ev hejmar dibe ku zêdetir bibe.
DI DORÊ DE WEZARET HENE
Tê gotin di operasyona AKP'ê ya li hemberî Cemaetê de wê piştre dor were Wezaretan û burokratên li vê derê kar dikin dê tevahiya wan li peywirên pasîf werin wezîfedarkirin, hin ji wan jî bên teqawîtkirin. Li gorî texmînan AKP'ê lîsteyên namzetan ên hilbijartinên herêmî jî guherandiye û wê navên nêzî cemaetê tasfiye bike.
PARLAMENTER JÎ DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE NE
Her wiha, ji bo ji bilî Îdrîs Bal û Hakan Şukur îstifayên nû rû nedin AKP di nava lêgerîna tedbîran de ye. Hat ragihandin ku ji bo 4 parlamenterên nêzî cemaetê yên navê wan nayê aşkerakirin îstifa nekin, rayedarên AKP'ê timî bi wan re di nava diyalogê de ne.