Rejîma AKP’ê li hemberî xwendekarên zanîngehê yên muxalîf bi terora daraz û polîsan ku dimeşîne bi sînor namîne û vê jî biryar da ku dê xwendekarên 29 saliya xwe tije kiribin dê bi darê zorê bibe şer.
Li aliyê ku hêj pêkanîna leşkeriya bi darê zorê ji holê ranebûye, li aliyê din jî xwendekarên zanîngehê jî bi zorê tê xwestin ku bibin tevlî şerê li hemberî kurdan tê meşandin bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Bugunê, bi biryara hevpar ya Wezareta Parastina Netewî (MSB), Lijneya Bilind a Hîndekariyê (YOK) xwedenekarên 29 saliya xwe tije kirine îsal nekarîbûn qeyda xwe çêbikin.
MSB’ê di nivîsa ku ji YOK’ê re şandiye de diyar dike ku xwendekarên temenê wan 29 nekarin leşkeriya xwe paş ve bavêjin û got ku ger leşkeriya xwe bikin de dê perwerdeya xwe bidomînin. Ji rêveberiyên zanînghê îtîrazek nehat. Berovajî vê rejîma AKP’ê wekî ‘biryargehên şer’ tevgeriyan û ji xwendekarên ku qeyd çêkirin belgeya rewşa leşkerî hat xwestin.
Li gorî nûçeyê xwendekarên ku belge negirtine û xwendekarên leşkeriya wan paşve nehatiya xistin bangî leşkeriyê kirine. Di vê dema ku şerê li hemberî kurdan şîdeta wê zêde dibe di çarçoveya tedbîrê de xwendekar ancax 15 mehan leşkeriyê bikin wê demê dê perwerdehiya xwe team bikin. xwendekreên ku neçin leşkeriyê jî qeyda wan ji zanîngehê dê bê rakirin.
Egîtîm-Bîr-Senê serî li MSB’ê (Wezareta Parastinê ya Tirk) da û xwest xwendekarên navborî perwerdeya xwe bidomînin. Lê bersiva nerênî girt.
Sekreterê giştî yê Egîtîm-Bîr-Senê Ahmet Ozer diyar kir ku bi YOK’ê re hevdîtin kirine û bersiva ku girtine wiha got: “Hin gumanên me hene. Mensubên rêxistina terorê bi zanebûn dibistanê dirêj dikin. Bi vî awayî li dibistanan xebatên dimeşînin.”
Xuya ye ku hedefa YOK’ê ya mîrateya darbeya faşîst a 12’ê îlonê ye, dîsa xwendekarên muxalîf in. Bi sedan xwendekar îro di girtîgehan de ne. Zext bi terora daraz û polîsan ne bi sînor e. Rêveberên zanîngeh û xwendekarên muxalîf her tim hede fin.
Ferzkirina leşkeriyê ya ji bo xwendekaran di demeke ku artêşa tirk li hemberî gerîlayan derbeyên giran dixwe de pêk tê. Li hemberî daxwazên kurdan tu pêngav nayê avêtin û hikûmet ciwanan zêdetir dibe mirinê.