Akin desthilatdarî hişyar kir: Dev ji şîddetê berdin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bang li desthilatdariyê kir ku bila dev ji polîtîkaya xwe ya şîddetê berde û got “Hûn ê di binê hêrsa gelên vî welatî de bimînin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li Meclisê komcivîna partiya xwe ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 

Îbrahîm Akin bi bîranîna 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ew ê xwedî li bîranîn, xeyal û têkoşîna wan derkevin. 

LI WÊRANŞARÊ ÊRÎŞÊN LI SER ÊZIDIYAN

Akin bal kişand ser êrişa cerdevanan a li navçeya Wêranşarê ya li dijî Êzidiyan û got: “Civaka Êzidî di seranserî dîrokê de, ji cih û warên xwe bûne û bi qetlîaman re rû bi rû man. Niha jî li Wêranşara Rihayê cerdevanên çete dixwazin Êzidiyan ji av û axa wan bikin. Êzidî nikarin biçin gundê xwe. Gorên wan tên xerakirin. Ez li vir gazî Waliyê Rihayê dikim, divê hûn xwedî li mafên welatiyên me Êzidî derkevin û li dijî cerdevanan wan biparêzin.” 

Akin bal kişand ser salvegera sedsaliya Peymana Lozanê ku Kurdistan kiriye çar parçe û diyar kir ku divê dewleta Tirk bi vê yekê re hevrû bibe û got “Komarek demokatîk bi Lozaneke nû pêkan e.”

ZEXTÊN LI SER GEL 

Akin bal kişand ser şîddet û zextên li xelkê tê kirin û wiha got: “Li vî welatî bi qasî giraniya şert û mercan şîddeteke giran jî heye. Polîs û leşker dijqanûnî terorê û şîddetê dikin. Ev tundî li her devera Tirkiyeyê belav bûye û kirine rewşek rûtîn. Em vê ji dîrokê dizanin. Nikarin civakê û welat bi rê ve bibin niha jî fermana şîddet û êşkenceyê didin. Mafê herî demokatîk jî ditepsînin û asteng dikin. Yek ji vê şîddeta ku tê kirin jî li ser Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê tê kirin. Her hefte şîddet li wan tê kirin û wan destgîr dikin. Em dibêjin demildest dest ji vê şîddetê berdin. Hûn ê di bin hêrsa gelan de bimînin. Em carek din li vir hişyariyê didin desthilatdariyê.”

OPERASYONÊN LEŞKERÎ

Akin bal kişand ser qedexeyan û operasyona leşkerî ya li herêma Xîzana Bedlîsê û got: “Niha li Xîzanê tiştên ecêb diqewimin. Xelk nikare derkeve derve, nikarin sewalên xwe xwedî bikin, nikarin biçin nav zeviyên xwe û gel di bin zexta dewletê de ne. Agir bi devî û geliyê wan dixin, bombeyan bi ser axa wan de dibarînin. Em vê zîhniyeta ku li wir bombeyana dibarîne şermezar dikin. Em bi gelê xwe re ne.”

Akin destnîşan kir ku tevî ewqas şert û mercên giran ên li Tirkiyeyê jî têkoşîna ji bo azadiyê, demokrasiyê wezîfeya wan sereke ye û barê li ser milê wan e bal kişand ser vî tiştî ku partiya wan xwe ji nû ve birêxistin dike û ew ê tevî gel her tiştî bi hev re biguherînin.