Agahî ji girtiya siyasî ya Kurd nayê wergirtin

Zextên dewleta Îranê yên li hemberî jinên Kurd bê navber dewam dikin. Li gorî agahiyan, sporvana Kurd Yelda Îmamdostî zêdeyî du meh in li navenda binçavkirinê ya li bajarê Îsfahanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve tê ragirtin û agahî jê nayê girtin.

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, di nûçeyek xwe de eşkere kir ku zêdetirî du mehin jinek Kurd a bi navê Yelda Îmamdostî ya xelkê bajarê Îlanê yê Rojhilatê Kurdistanê ku li bajarê Esfehanê dima, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku tevî hemû hewldanên malbat û hevrêyên wê, ti agahiyek li ser tendirustî û cihê ku Yelda lê tê ragirtin bi dest neketiye.

Her wiha hatiye diyarkirin ku beriya niha jî çend carek Yelda Îmamdostî ji ber çalakiyên siyasî û rexneyên li desthilatê dikir, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin. Di dema binçavkirinan de êşkenceya derûnî û fîzîkî lê hatiye kirin.

Yelda Îmamdostî di sala 1975’an de hatiye dinê, xelkê bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê ye, dayîka du zarokane. Yek ji werzişvanên navdar ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Di gelek  pêşbirkên navbera parêzgehan de pile wergirtiye.