Ûçar: Bersûc bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên berdan
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: “Bersûc bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên berdan.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: “Bersûc bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên berdan.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di civîna koma partiya xwe ya heftane de geşedanên di rojevê de nirxandin.
Ûçar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û diyar kir ku girtiyê nexweş Bişar Yazıci bi îfadeya şahidê veşartî 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Ûçar da zanîn ku Yazici ji ber nexweşiya kezebê ku lê peyda bûye jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê wî de rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye. Çi li girtîgehê çi li derve, berpirsyariya mafê jiyanê ya gel-welatiyan dewlet e. Lê belê dewlet û ATK di şexsê Yazici de mirina hemû girtiyên nexweş îmze dikin. Bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan li dijî polîtîkaya mirinê, vê bêhiqûqiya mirinê têdikoşin. Ez dixwazim diyar bikim ku ev têkoşîn têkoşîna me ye jî. Em ê dengê xwe bilind bikin û li cem wan bin.”
Ûçar bal kişand ser biryara beraetê ya doza bersûcên ku li Enqereyê êrîşî saziyên elewiyan kiribûn û nerazîbûn nîşanî biryara beratê da û got bersûc bi polîtîkaya bêcezahiştinê re tên berdan.