Şenyaşar: Em li dijî neheqiyê tu carî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin!
Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Em li dijî neheqiyê tu carî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin.”
Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Em li dijî neheqiyê tu carî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin.”
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê berê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kiribû. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 845’an de berdewam kir. Ji ber di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bal kişand ser rûniştina 18'ê Tîrmehê ya têkildarî komkujiyê û ev peyam parve kir: "Em, li dijî neheqiyê ti caran bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Em ê neheqiya li me hatiye kirin, di 8'ê Tîrmehê de careke din li eywanên dadgehê bînin ziman. Heta ku edalet pêk were ev gotina me wê bidome."