Komeleya Ciwanên Sosyalîst, Ciwanên Demokratîk ya Nû Kaldiraç, Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê, Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger, Dev-Guç jî di nav de bi dehan rêxistin ji bo bîranîna pêşengê şoreşger ê ciwanên 68’an Îbrahîm Kaypakkaya û Şehîdên Meha Gulnaê li Alsancak a Îzmîrê çalakiyek ya bîranînê kirin.
Ciwanên li ber derê Navenda Çanda Turkan Saylan hatin ba hev, pankarta bi nivîsa ‘Ev demir ava girtî ji bîr nake, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran wê di şerê me de bijî’ vekirin û bê navber dirûşmên ‘Qatil wê hesab bidin’ û ‘Şehîdên Gulanê bê mirinin’ qîr kirin.
Li ser navê rêxistinên ciwanan endamê Ciwanên Demokrat ên Nû (Yeni Demokrat Genlik) Hasan Benlî daxuyanî da. Benlî got: “Şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Kerer, li ser vê axê xençereke ku li dilê faşîzmê hatiye xistin. Têkoşîn, sekina wiya li dijî şovenîzmê û têkoşîna wî ya enternasyonalîst, bû yek ji kevirê herî esasî yê pêşxistina Têkoşîna Azadiya Kurd. Îro li ser xeta têkoşîna wî şoreşgerên ji neteweyên cuda di nava têkoşîna azadiya Kurdan de li ber xwe didin; têkoşîna şoreşgerî mezin dikin.”
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî axivî û got: “Denîz bibîr anîn wateya li gel gelê Filistînê cihgirtinê. Hekî bibîr anîn, tê wateya li gel gelê Kurd cihgirtinê.Li dijî vê rizînê wê navê me li gel yên bi rûmet bê nivîsandin.
Bîranîn bi dirûşman qediya.