Şehîdên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
Kesên ku di Komkujiya Enqereyê de ku bi hevpariya hikûmeta AKP-MHP’ê û DAÎŞ’ê pêk hat, şehîd bûn, hatin bîranîn.
Kesên ku di Komkujiya Enqereyê de ku bi hevpariya hikûmeta AKP-MHP’ê û DAÎŞ’ê pêk hat, şehîd bûn, hatin bîranîn.
Bi boneya 7’emîn salvegera qetlîama ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê hikûmeta AKP/MHP’ê û DAÎŞ’ê ve hat kirin û di encamê de 104 kes şehîd bûn û zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn, gelek kes li Goristana Karşiyaka kom bûn.
Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes tevlî çalakiya bîranînê bûn. Di bîranînê de dirûşmên "10'ê Cotmehê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin", "Ji şer re na, bila aştî niha pêk were " hatin berzkirin û pankarta wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hat vekirin.
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Vedat Bulut di civîna çapemeniyê ya beriya serdanên goristanê de axivî û diyar kir ku desthilatdaran çavê xwe ji êrîşê re girt û ev yek di bûyera komkujiyê de derket holê.
Piştî daxuyaniyê gel heta goristanan meşiyan û qurnefîl danîn ser goristanan.