Şehîdên 10'ê Cotmehê hatin bîranîn: Ev pergal wê hilweşe!
Şehîdên 10'ê Cotmehê, li Enqereyê li cihê lê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di bîranînê de hate ragihandin ku li pişt komkujiyê dewlet heye û hate gotin, "Ev pergal wê hilweşe."
Şehîdên 10'ê Cotmehê, li Enqereyê li cihê lê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di bîranînê de hate ragihandin ku li pişt komkujiyê dewlet heye û hate gotin, "Ev pergal wê hilweşe."
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê li Qada Gar'ê, bi piştgiriya desthilatdariyê çeteyên DAÎŞ'ê êrîşb irin ser Mîtînga Aştî û Azadiyê û 104 kes qetil kirin.
Qurbaniyên Komkujiyê di sala 7'an de hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê ve hate lidarxistin û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Parlamenterê TÎP'ê Ahmet Şik, parlamenterên CHP û HDP'ê, rayedarên Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan a Tirk (TMMOB) û Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), malbatên qurbaniyên komkujiyê amade bûn.
Beriya destpêkirina bîranînê polîsan rêyên ber bi qadê girtin û qad dorpêç kirin. Girseya gel û rojnamevanên ku ji Qada Tandoganê hewl dan xwe bigihînin qadê ji ailyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan êrîş birin ser girseya gel ku rojnamevan jî di nav de bûn û hewl dan ji qadê dûr bixin. Her wiha gelek kes jî destgîr kirin.
Malbatên xizmên kesên di komkujiyê de hatin qetilklirin ber bi Gar a Enqereyê ve meşiyan û dirûşmên "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin", "Kujer wê hesab bidin gel", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Kujer DAÎŞ, hevkar AKP" qîriyan.
Piştre navê kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin hate xwendin, dirûşma "sax in" hate qîrîn û saet di 10:04 de ji bo bîranîna qurbaniyan deqeyek rêz hate girtin.
Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî axivî û got, "Ji bo hurmet li êşa me bê nîşandan her sal em kedeke mezin didin û vê bîranînê lidar dixin. Heta ku kujerên rastî bêne darizandin em ê daxwaza edaletê bikin. Heta ku bîrdariyek rastî li vir neyê dayin, em ê di 10'ê her mehê de li vir bin."
Hevseroka KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl jî polîtîkayên desthilatdariyê yên demên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê bi bîr xist û destnîşan kir ku barbarên li Tirkiyeyê hatin xwedîkirin êrîş birin ser têkoşerên demokrasiyê. Şukran Kablan Yeşîl got, heta ku siyasetmedarên berpirsyar bêne darizandin wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Hevseroka DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî diyar kir ku qîrîna demokrasî û aştiyê ya beriya heft salan a li navenda Enqereyê gelekî girîng bû û destnîşan kir ku li Enqereyê ji bo guhertina çarenûsa vî welatî wê îradeyek bihata nîşandan. Çerkezoglû got, Yên ku 10'ê Cotmehê kirin mîna gola xwînê, yên ku bûn sedema vê komkujiyê heta ku bêne darizandin, em ê 10'ê Cotmehê ti carî ji bîr nekin."
Dayika Korkmaz Tedîk Zohre Tedîk jî destnîşan kir ku heta hesab ji kujeran bê pirsîn wê li qadan bin û têbikoşin.
Serokê TMMOB'ê Emîn Kormaz jî got, "Çi dikin bila bikin em ê hevalên xwe ti carî ji bîr nekin û teqez hesab ji kujeran bipirsin."
Sekreterê Giştî yê TTB'ê Vedat Bûlût anî ziman ku wezîfeya wan e têkoşîne ked, demokrasiyê mezin bikin û got, "Em aştiyê diparêzin. Şer nexweşiyeke li ser gel. Bêguman em ê demokrasiyê biparêzin, dîktatorî nexweşî ye li ser gel. Em ê heta dawiyê têbikoşin, heta ku berpirsyar bêne darizandin û cezakirin em ê têbikoşin."
Piştî axaftinan qurnefîl li ber bîrdariya temsîlî ya li qadê hate danîn.