Şebnem Korûr Fîncanci dîsa nehat berdan

Di rûniştina dozê de Şebnem Korûr Fîncanci nehat berdan. Doz taloqî 11’ê Çileyê hate kirin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotin û nirxandina têkildarî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê li başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG’ê bikar anîbû bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirye” hatibû girtin. Îro rûniştina duyemîn a doza Fîncanci li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Hevpîşeyên Fîncanci, nûnerên rêxistinên sivîl, siyasetmedar û nûnerên sazî û dezgehên navnetewî tevlî rûniştina dozê bûn.

Parêzerên Fîncanci parastina miwekîla xwe kirin û destnîşan kirin ku Şebnen Korûr Fîncanci sûc nekiriye û xwestin were berdan û ji dozê beraet bike. 

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê ji bo daxwaza parêzeran û Fîncanci binirxîne navber da rûniştinê.

Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana Fîncanci red kir û rûniştin taloqî 11’ê Çileyê kir.