Îranê dest danî ser mal û milkên bêhtirî 100 kesên navdar
Dozgeriya Îranê, ragihand ku wan biryara cemidandina hesabên banka û dest danîna ser mal û milkên bêhtirî 100 kesayetên navdar ên Îranî yên ku li derveyî welat dijîn, dane.
Dozgeriya Îranê, ragihand ku wan biryara cemidandina hesabên banka û dest danîna ser mal û milkên bêhtirî 100 kesayetên navdar ên Îranî yên ku li derveyî welat dijîn, dane.
Ajansa Nûçeyan a Mîzan, ku girêdayî Dadweriya Îranê ye ragihand ku mal û milk û hesabên bankê yên hin Îraniyên ku li derveyî welêt dijîn dê werin cemidandin. Li gorî agahiyan, di nav van kesan de hunermend, rojnamevan, rêveber û sporvan hene.
Hinceta biryarê "piştgiriya dijmin" e. Rayedarên Îranî berê welatiyên li derveyî welêt li ser vê mijarê hişyar kiribûn.
Her çend nav nehatin eşkerekirin jî, hate gotin ku ev biryar bandorê li zêdetirî 100 kesên navdar dike.
Ev biryar rastî nerazîbûnan hat. Neteweyên Yekbûyî ev yek wekî tepeserkirina azadiya ramanê û binpêkirina mafên milkê bi nav kir.
Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî diyar kirin ku ev biryar malbatên li Îranê dixe xetereyê.