Îranê 2 girtiyên din ê siyasî îdam kir

Hat diyarkirin ku dewleta Îranê girtiyên bi navê Vahid Baniamerian û Abolhassan Montazer îdam kir.

Dewleta Îranê binpêkirinên li ser girtiyan didomîne. Daraza Îranê, daxuyand ku danê sibehê girtiyên siyasî Abolhassan Montazer û Vahid Baniamerian hatine darvekirin. Montazer û Baniamerian, bi endamtiya Mucahidên Gel (MEK) û îdiayên "serîhildana çekdarî" û sedemên "civîna bi aramnca xerakirina ewlehiya neteweyî" hatibûn darizandin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birin.

Di heman dosyeyê de Babak Alipur, Puya Gobadi, Akbar Daneşvarkar û Muhammed Taghavi Sangdehi jî di nava vê hefteyê de hatibûn darvekirin.