Însiyatîfa Zarokên Agir 10 wesayit û depoyek şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Bûrsa, Îzmîr û Stenbolê yek jê qemyon 10 wesayit û depoyeke kaxizan şewitandine.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Eger her roj xwîna me Kurdan tê rijandin, divê her kes zanibe ku wê hesabê vê bê pirsîn."

Li gorî daxuyaniyê 3'ê Mijdarê li navçeya Îneogl a Bûrsayê wesayita kesekî AKP'î, 2'ê Mijdarê li Maltepe ya Stenbolê depoyeke kaxizan a AKP'iyan, heman rojê li Mavîşehîr a Îzmîrê wesayiteke kesekî MHP'î û 1'ê Mijdarê li Înegol a Bûrsayê TIR û 7 wesayitên nû yên 'Dijminên Kurdan' hatin şewitandin.