Însiyatîfa Zarokên Êgir li sê bajaran gelek çalakî li dar xistin

Însiyatîfa Zarokên Êgir li Stenbol, Osmaniye û Balikesîrê gelek çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Roj roja rûmet, şeref û namûsê ye" û ji bo çalakiyan bang li her kesên ku ji xwe re dibêje "Ez Kurd im" kir.

Li gorî daxuyaniyê 11'ê Gulanê li Sîlîvrî ya Stenblê kargehek, 10'ê Gulanê li Sûltangazî ya Stenbolê depoyek qûmaşê, heman rojê li Osmaniyeyê TIR'eke kesekî MHP'î, 9'ê Gulanê li Esenler a Stenbolê depoyek û motorsîkletek, 7'ê Gulanê li Sîlîvriyê dikaneke mobîlya, 6'ê Gulanê li navçeya Bandirma ya Balikesîrê depoya kargo ya avahiya PTT'ê hatin şewitandin.