Înîsiyatîfa Zarokên Agir gelek fabrîke û wesayît şewitand
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li pênc bajaran gelek fabrîke û wesayît şewitandine.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li pênc bajaran gelek fabrîke û wesayît şewitandine.
Înîsiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşaand û diyar kir ku ew ê li her derê li faşîstan bidin. Înîsiyatîfa şewitandina gelek fabrîke û wesayîtan li xwe girt.
Li gorî daxuyaniyê de di 15’ê Gulanê de li Duzceyê fabrîkeyeke mobîlyayê, 2 TIR, 2 dorse û forklîftek şewitandine.
Hate ragihandin ku di heman rojê de li Dîlokê fabrîkeya şimik û solan a alîgirekî AKP’ê, li Sariyera Stenbolê otobuseke Îstanbûl Ûlaşim A.Ş., li Bolûyê mînîbusa kesekî MHP’yî, di 14’ê Gulanê de jî li navçeya Arîfiye ya Sakaryayê jî li Herêma Sanayiya Organîze ya 1’emîn bi dehan borûyên plastîk şewitandine.