Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li 3 bajaran li dijî tecrîdê çalakî lidar xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Îzmîr, Kocaelî û Stenbolê li dijî tecrîda Îmraliyê çalakî li dar xistin.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Yekîneyên me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, çalakî li dar xistin. Dewleta Tirk a faşîst di demên dawî de bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û nameyên gefê, careke din rûyê xwe yê rast nîşan daye. Nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd û ciwanên Kurd e. Heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk tînin, wê çalakiyên me bênavber dewam bikin.”

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

“Yekîneyên me 3’ê Tîrmehê febrîqeya îzolasyonê ya li Îzmîrê dan ber agir.

Yekîneyên me 7’ê Tîrmehê li Kocaeliyê febrîqeyeke hesin û çelîkê ya ayîdê faşîstekî AKP-MHP’î da ber agir.

Yekîneyên me 11’ê Tîrmehê febrîqeya seramîk a li Esenyûrtê da ber agir, zirareke mezin gihişt febrîqeyê.”