Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê Adara 2024’an de bên lidarxistin, zend û bend badan. HEDEP, nêzî sê meh in li qadan dixebite û piştî konferansên bajar, herêm û giştî nexşerêya xwe diyar kir. Komîsyonên hilbijartinê yên bajaran ku piştî Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî hatin avakirin, serlêdanên ji bo bernamzetiyê qebûl dikin. Serlêdanên ji bo bernamzetiyê dê heta 8’ê Kanûnê bidomin. HEDEP’ê, piştî rêzecivînên bi gel re û konferansên piştî hilbijartinên giştî li dar xistî, biryara “pêşhilbijartinê” da û diyar kir ku dê namzet ne ji hêla komîsyonên navendî lê ji hêla gel ve bên diyarkirin.
‘EM Ê VÊ PERGALÊ HILWEŞÎNIN‘
Hevberdevka Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HEDEP‘ê Îlknur Bîrol der barê mijarê ji ANF'ê re axivî. Bîrol diyar kir ku dê hem li Kurdistanê hem jî li rojavayê Tirkiyê bi ser kevin û dê pergala qeyûman hilweşînin. Bîrol bi mînaka raporên Dîwana Çavdêriya Darayî ragihand ku rejima qeyûman rejîmeke jehrî ye û got: “Em ê vê pergala qeyûman ku pergala nelirêtiyê ye hilweşînin.”
Bîrol anî ziman ku weke HEDEP'ê bi lez û bez dest bi xebatên hilbijartina herêmî kirine û der barê amadekariyan de ev tişt gotin: “Em giraniyê didin ser amadekariyên teknîkî yên ji bo pêkanîna biryara xwe ya hilbijartina seretayî li cihên ku partiya me yekem û duyemîn e. Der barê vê yekê de xebatên komîsyonên me yên hilbijartinê li bajarên ku em çûbûn serdana wan ber bi qedandinê ve ne. Ji doh û vir ve me dest bi qebûlkirina serlêdanên endaman kir ku dê daxilî hilbijartina pêşî bibin. Li hemû bajaran avakirina komîsyonên hilbijartinê ji bo me girîng e. Ji bo ku ev yek bi awayekî berfireh û herî demokratîk bê çareserkirin komîsyon tên avakirin."
Bîrol destnîşan kir ku hilbijartin xwedî girîngiyeke krîtîk in û wiha pê de çû: “Em ji bo ku ev hilbijartin di derdoreke demokratîk û adilane de pêk were, piştgirî bide demokrasiya Tirkiyeyê. Lê belê mîna her demê manîpûlasyonên desthilatê zêde tên dîtin ku qadan li partiyên muxalefetê û di serî de li me teng dikin û hewl dide me ji derfetên hilbijartineke demokratîk mehrûm bihêle. Divê em bibêjin ku ev serdem ji bo partiya me girîng e û bi stratejiyeke serkeftinê nêzî hilbijartinê bibin. Ji bo me jiholêrakirina qeyûman karekî mezin a demokrasiyê ye. Lewma serkeftina ku em ê bi dest bixin ne tenê bibe dûbare derbirîna îradeya gel, her wiha wê bibe jiholêrakirina rejîma qeyûman. Pergala qeyûman ne tenê ji bo şaredariyên Kurdistanê ji bo îradeya partiyê têk bibin hatine wezîfedarkirin. Armanca me bi demokrasiyê hilweşandina wan e.“
QEYÛM PERGALEKE JEHRÎ YE
Bîrol anî ziman ku qeyûm ne tenê pirsgirêka partiya wan e û ev tişt got: “Pergala qeyûman navê rejîmeke jehrî ye. Divê kesên demokrasiyê dixwazin û demokrasiya rasteqîn daxwaz dikin bi tundî qeyûman red bikin, li dijî wê rawestin û careke din rê nedin kiryarên wan. Dê qeyûm biçin, îradeya gel wê derkeve holê û ji bo jinûve avakirina demokrasiya xerabûyî û têkçûyî yek ji wan gavên girîng dê bê avêtin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Bîrol got ku qeyûm ser pergala nelirêtiyê dinixumînin û wiha domand: “Şaredariya Mêrdînê mînakek e. Tespîtên ku di raporên Dîwana Çavdêriya Darayî de cih girtine mînaka vê yekê ne. Navê pergaleke nelirêtiyê ye ku tê de pere, mal û milkê xelkê tên dizîn, hemû nirxên me yên kolektîf tên xerakirin. Bi awayekî hovane dest diavêjin bêrîkên xelkê. Bi çêkirina du peyareyan û bi boyaxên rengîn û biriqandî hewl didin gel bixapînin. Naxwazin rastiya li pişt vê yekê were dîtin. Pewîst e ku ev xerabiya dîrokî ya qeyûman ji holê were rakirin. Dahatûyên şaredariyekê ji ku tên? Helbet ji bacên we pêk tên. Û ji aliyekî din ve jî bûtçeya ku ji çavkaniya sereke ango ji xezîneyê tê. Niha hûn ji ku fêm dikin bê cihek demokratîk e an ne demokratîk e, gelparêz e yan ne gelparêz e? Hûn ev dahatûya hevpar çawa xerc dikin? Hûn ji bo berjewendiyên gel an ji bo mûteahît, mafya, çete, komek an malbatekê bi kar tînin? Mal û pereyên gel dide komekê û rê li ber dewlemendkirina hin kesan vedike. Ji bo vê yekê jî rêyên qanûnî li gor xwe çêdikin. Divê Tirkiye û Kurdistan ji vê rewşê were rizgar kirin.”
‘DIVÊ GEL BIRYARA XWE BI XWE BIDE’
Bîrol bi lêv kir ku bihîstina dengê gel û xwedî lê derketina rêveberiyên herêmî girîng e û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Em weke partî di wê baweriyê de ne ku rêveberiyên herêmî malê gel in. Divê gel bi xwe serweriyê bike, van hemû biryaran bi mekanîzmayên demokratîk û bi beşdariya rasterast bide. Bi awayekî azad dengê xwe bide. Em weke partî vê yekê dîsa tînin bîra mirovan û ji bo vê yekê têdikoşin.”
Derbarê mijara tifaqan de jî Bîrol wiha axivî: “Tifaq ji bo me mijareke wisa stratejîk e ku em nikarin bi sindoq û hilbijartinan sînordar bikin. Lê dema ku ev hilbijartin derdikevin holê, bi tu partiyeke siyasî re ku ji bo bazarê li dora maseyê dicivin jî li hev nayê kirin. Ji aliyê me ve, em tifaqên ku karibin tevahiya civakê li gorî armancên me yên siyasî yên bingehîn vehewînin, li ser rêya ku em dişopînin, weke rewşek ku her demê pêwîstiya me pê heye, dibînin. Di vê serdema hilbijartinê de em li gorî vê prensîba giştî bingehekê pêş dixin.“
EM Ê BI SER KEVIN
Bîrol anî ziman ku ew çawa li Kurdistanê dinêrin, bi heman awayî li Rojavayê Tirkiyê jî dinêrin û wiha bi dawî kir: Em ê gel mehkûmî hesabên hejmarî nekin. Divê em bibêjin em ê bi ser bikevin. Dema ku ez dibêjim em ê bi ser bikevin dixwazim destnîşan bikim ku yê ku bi ser bikeve gelê me bi xwe ye. Em dixwazin bibêjin ku ji hemû mûdaxeleyên siyasî yên ku hewl didin bikin amûreke navendî ya bazariyê û rê li ber tercîhên mecbûrî vedikin re girtîne. Em jixwe li derveyî tifaqên berfireh yên ku gel, civakî, bajarparêzî, bergehfireh û li gor nerîna me ya rêveberiya herêmî ye nesekinîn. Heta car caran em bûn endamên avakarên vê yekê. Heke pirseke mîna ‘stratejiya we çi ye?’ were, em dikarin bibêjin ku li Kurdistanê jî li Rojavayê Tirkiyê jî serkeftin e. Li Kurdistanê şandina qeyûman ji nû ve nîşandana îradeya me ye. Yek ji wan armancên xebatên me ew e ku şeva 31’ê Adarê li rojavayê Tirkiyê jî gelê me bikaribe bêje em bi ser ketin.“