ÎHD’ê xwest bila arşîvên li ser kesên hatine windakirin, were vekirin
Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê xwest bila dewlet hemû arşîva li ser kesên hatine windakirin û kujerên wan ne diyar, were vekirin.
Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê xwest bila dewlet hemû arşîva li ser kesên hatine windakirin û kujerên wan ne diyar, were vekirin.
Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya li Amedê li avahiya xwe ya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Bi wesîleya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Ji Bo Kesên Di Nezaretê De Hatine Windakirin a Navneteweyî daxuyanî hate dayîn. Endamê Komîsyona Windayan Firat Akdenîz bal kişand ser windakirinê bi darê zorê û kuştinên ku kujerê wan ne diyar e.
Akdenîz diyar kir ku li gorî daneyên Navenda Bîrê û ÎHD’ê li Tirkiyeyê di navbera salên 1980-2001’an de 1388 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê û komên paramîlîter ên girêdayî wan hatine revandin û windakirin. Akdenîz diyar kir ku hejmara rastîn zêdetir e û got “Di wê serdemê de gelek kuştinên kujerê wan ne diyar jî çêbû. Berpirsên leşkerî, îdarî û siyasî tu carî bi rastî jî nehatin darizandin û lêpirsîn li wan nehate vekirin. Windakirina bi darê zorê li dijî mirovayetiyê sûc e. Neteweyên Yekbûyî li dijî windakirina bi darê zorê berpirsyariya dewletan bi awayekî zelal bi bîr dixe.”
Akdenîz rewşa şer a di salên 1990’î de bi bîr xist û got “Hemwelatiyên sivîl di vê pêvajoya şer de berdêleke mezin dan. Em dizanin gelek kes di gorên komî de hatine veşartin.”
Di daxuyaniyê de hate xwestin divê ‘Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê û Rûbirûbûna Rabirdûyê’ were avakirin, beriya her tiştî divê aqûbeta kesên winda were zelalkirin, ji bo kujerên cînayetên kiryarê wan ne diyar dewlet arşîvên xwe veke, gorên komî li gorî çarçoveya Protokola Mînnesotayê were vekirin û kujer werin darizandin, ji bo ku dem ji ser dosyeyan neçe divê darizandinên xurt were kirin.