ÎHD’ê serdana rojnamevan û siyasetmedarên girtî kir

Şaxa ÎHD'a Amedê, serdana siyasetmedar û rojnamevanên girtî kir.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û 16 rojnamevan û siyasetmedarên girtî kir. Piştî hevdîtinê li ber Girtîgeha Tipa D a Amedê daxuyanî hat dayîn.

Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi biryara dadgeha ku alîgir e, mirov tên girtin û wiha got: “Rojnamevanên Kurd ji ber peywira xwe ya rojnamevaniyê û binpêkirinên mafên ku li erdnigariya Kurdan, tên girtin. Em parêzvanên mafên mirovan, dikarin bêjin sedema girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir temsîliyeta wî ya siyasî ye. Desthilat şûna ku bi muzakereyan pirsgirêkên sereke, demokrasî û mafan çareser bike bi polîtikayên zext û otorîter siyasetmedarên Kurd digire.”

‘DIVÊ MUXALEFET BÊDENG NEMÎNE’

 Zeytûn got: “Dosyayên ku bi neşopandinê encam girtine jî dikarin weke sedema girtinê nîşan bidin. Bi derewan dikarin şahidekî/e nepen bibînin û ceza bikin ango bi awayekî li dijî hiqûqî jî dikarin mirovan bigirin û ceza bikin.”

 Zeytûn, destnîşan kir ku rojnamevan bi mehan in ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de ne û wiha berdewam kir: “Rojnamevan bi awayekî keyfî tên ragirtin. Hê jî îdîanameya wan amade nekirine û dernexistine dadgehê. Ev yek jî bandora yekalîbûna darazê ye.”

 Zeytûn, bal kişand ser bêdengbûna partiyên mûxalîf û wiha got: “Berpirsyariya muxalefeta ku dibêjê em alîgirên hiqûqê ne jî heye. Divê zextên ku tenê li ser çapemenî û siyaseta Kurd pêk tên muxalefetê mahkumî bêdengiye neke. Muxalefeta demokrat û hemû saziyên ku maf û azadiyê diparêzên divê li dijî vê yeke xwedî helwest bin û dengê xwe derxînin.”