ÎHD’ê rapora îstismara zarokan a 7 mehan ragihand

ÎHD’ê li Edeneyê ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan’ a 7 mehî ragihand.

Komîsyona Mafê Zarokan a  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê li Edeneyê ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan’ a 7 mehî ragihand. Li gel parêzvanên mafê mirovan rêveberên Şaxa Egtîm Sen a Edeneyê li civîna ku li avahiya şaxê pêk hat amade bûn.

Berdevka Komeleya Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Edene Bêrîvan Aydemî ragihand li cîhanê di warê destdirêjî û destavêtina zarokan û  bûyerên êşkenceyê de T irkiye di rêza 3’an de ye.

BINPÊKIRINÊN MAFAN

Binpêkirinên mafan wiha hate rêzkirin;

“Îstismara zayendî ya zarokan: 136 jê zarokên kur bi giştî 497 zarok

Nêzîkatiyên xirab û şideta nav malê: 65 jê zarokên kur bi giştî 190 zarok

Mirinên di bûyerên adil de: 6 jê zarokên kur bi giştî 9 zarok

Mirina bi şewatê: zarokek

Întixar: 2 jê zarokên kur bi giştî 3 zarok

Hewldana întixarê: 26 jê zarokên kur bi giştî 95 zarok

Bi sedema avê bûyerên xeniqîn: 4 zarok

Di bûyerên civakî de destgîrkirin: 27 zarok

Destdanîna ser zarokan: 15 jê zarokên kur bi giştî 97 zarok

Destavêtin: 2 zarok”