ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî demboriya di dosyeya Mihyaz da

ÎHD’ê diyar kir ku divê demboriya di dosyeya Îkram Mihyaz de ya ku di sala 1994’an de hatibû qetilkirin, were rakirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteyan carekî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar dixe, vê hefteyê jî berdewam kir. Rêveberên ÎHD, malbata Mihyaz, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Winda wijdan in xwedî li wan derkeve” û “Faîl diyar in winda li ku ne?” hatin hildan. Vê hefteyê li kujerên Serokê Rûmetê yê Sendîkaya Xizmetên Hemû Şaredariyan û Rêveberiyê (Tum Bel-Sen) ê Şaxa Îzmîrê Îkram Mihyaz hate pirsîn. Mihyaz di 5’ê Tîrmeha 1994’an piştî ku hatibû revandin, hatibû qetilkirin.

Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend û anî ziman ku li gel 29 sal derbas bûne jî hê jî kujerên Îkram Mihyaz nehatine dîtin û dosyeya wî ji ber demboriya 20 salan hatiye girtin. 

Canli bal kişand ser destgîrkirin û qetilkirina Mihyaz û xwest demboriya li ser dosyeya wî bê rakirin û kujer û faîl bên darizandin. 

Piştî daxuyaniyê ji bo aqûbeta windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.