ÎHD: Divê 2’yê Tîrmehê bibe ‘’Roja Şermezarkirina Sûcên Li Dîjî Mirovahiyê’’
ÎHD’ê, li ser Qetlîama Madimakê ya 2’yê Tîrmehê daxuyanî da ü got: ‘’2’yê Tîrmehê divê wek ‘’Roja Şermezarkirina Sûcên Li Dijî Mirovahiyê’’ bê qebûlkirin.’’
ÎHD’ê, li ser Qetlîama Madimakê ya 2’yê Tîrmehê daxuyanî da ü got: ‘’2’yê Tîrmehê divê wek ‘’Roja Şermezarkirina Sûcên Li Dijî Mirovahiyê’’ bê qebûlkirin.’’
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li ser salvegera Qetlîama Madimakê ku 2’yê Tîrmehê li Sêwazê 33 rewşenbîrên Elewî di Otela Madimakê de hatin qetilkirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku sala 2012’yan qewil bi ser doza Qetlîama Madimakê hatiye xistin û hat diyarkirin ku nabe qewil bi ser sûcên li dijî mirovahiyê bikeve.
JI 15 HEZAR ÊRÎŞKARAN BI TENÊ LI 124 KESAN DOZ HATIYE KIRIN
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji 15 hezar êrîşkaran bi tenê li 124 kesan doz hatiye kirin û wiha hat gotin: ‘’Tê gotin ku 15 hezar êrîşkar bûne, lê bi tenê li 124 kesan doz hatiye kirin. Cezayên sivik li 124 êrîşkaran hatin birîn. Cezayê bidarvekirinê li 33 bersûcan hat birîn lê paşê kirin cezayê hetabihetayê. Ji bersûcên cezayê bidarvekirinê li wan hat birîn, 8 jê sala 1997’an hatin berdan. Dadgehê, sala 2012’an di der heqê 7 êrîşkarên nehatine girtin de, ji ber derbasbûna demê di ser re, biryara xistina dozê da û dosye girt. Ji ber sê bersûc li derveyê welêt in, dosye nehat girtin; li Dadgeha Cezayên Giran a 1’emîn a Enqereyê berdewam e. Sûcên li dijî mirovahiyê bên kirin, nabe ku qewil bi ser wan bikeve.’’
Di daxuyaniyê her wiha hat destnîşankirin ku ÎHD’ê roja 2’yê Tîrmehê wek ‘’Roja Şermezarkirina Sûcên Li Dijî Mirovahiyê’’ ragihandiye û ev tişt hatin diyarkirin:
‘’Ji bo mirov ji bîr neke û nehêle ji bîr bibe, ber li qetlîamên din bê girtin, daxwazên xwe yên ku me bi caran gotine, em cardin dibêjin. Em canên xwe yên ku di Qetlîama Sêwaz/Madimakê de hatine qetilkirin, bi bîr tînin. Divê cardin doza Qetlîama Sêwazê dest pê bibe, serokkomar, serokwezîr, wezîr, midûrê ewlehiyê, walî hemû berpirs li ber darazê hesab bidin, edalet bê duristkirin. Ji bo dewlet û civak rû bi rûyê rabirdûyê bibin, divê Komîsyona Heqîqetê ava bibe, rastiya qetlîamê tevî pêwendiyên bi qetlîamê re eşkere bibe. Otela Madimakê bibe ‘Muzeya Fediyê’. Em ÎHD, ji bo rastî derbikeve holê, em ê li têkoşîna xwe dewam bikin.’’