ÎHD: Dermanên girtiyên nexweş nadin, li girtîgehan kotekiyê dikin

ÎHD'ê ragihand li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Skenderûnê dermanên girtiyên nexweş nadin wan û li koxuşan qerdiyan kotekiyan dikin.

Şûbeya Skenderûnê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi raporekê ragihand li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Skenderûnê mafê girtiyan tê binpêkirin. 

Sekreterê Şûbeya ÎHD'ê Adil Bahtiyar têkilî binpêkirina mafan diyar kir dermanê girtiyên nexweş nadin wan, lêzimiyên wan ên şexsî nayên bicihanîn, xwarina ku didin girtiyan pir xirab e, bi rengekî bipergal nahêlin ku girtî mafê xwe yên telefonê bi kar bînin, qerdiyan tehdeyê li wan dikin û her wiha weşanên ku girtî dixwazin nadin wan.