ÎHD: Bila kesên hatine destgîrkirin bên berdan
ÎHD’ê xwest ku kesên di protesokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine destgîrkirin bên berdan.
ÎHD’ê xwest ku kesên di protesokirina 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine destgîrkirin bên berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî êrîşên polîsan ên li dijî kesên 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tundiya polîsan û dazanîn ku gelek welatî birîndar bûn û herî kêm 138 welatî hatin destgîrkirin û hêj jî hinek destgîrkirine.
ÎHD’ê, bal kişand ser êrîşa polîsan a li dijî parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk û wiha got: “Di dema meşê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê wekîl Habîp Eksîk di encama tundiya polîsan de ji ber derbên laşê wî ketin birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Hate dîtin ku di heman meşê de tundî û mûameleya xerab li gelek welatiyan jî hate kirin.” ÎHD’ê xwest ku welatî û siyasetmedarên li Amedê û bajarên Bakurê Kurdistanê yên din di çalakiyan de bi mûameleyeke nebaş hatin destgîrkirin demildest bên berdan.
‘BILA LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’
Baroya Şirnexê jî bertek nîşanî derbkirina parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk a ji aliyê polîsan ve da û wiha got: “Em helwesta dermirovî û zalimane ya derhiqûqî ya li Eksîk hatiye kirin qebûl nakin û li bendê ne ku derbarê berpirsyaran de demildest lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin. Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê şopdarê mijarê bin.”
Baroya Amedê jî li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “Êrîşa polîsan a li dijî Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk a di 9’ê Cotmehê de li navçeya Gevera Colemêrgê hatiye kirin bi awayekî vekirî binpêkirina qedexeya êşkence, mûameleya xerab û dermirovî ye. Divê meqamên edlî û îdarî ji bo demildest lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin, berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”