Li dijî 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ya ku erdnîgariya Kurdistanê parçe kir, nerazîbûnên partî û saziyên Kurdan dewam dikin, Hevseroka Koordînasyona Êzidiyan a Ewropayê Çîçek Yildiz têkildarî Peymana Lozanê ji ANF’ê re axivî.
Yildiz da zanîn ku qirkirin, ferman û sirgûnên sedsalê yên li ser civaka Êzidî encama Peymana Lozanê ye û got, “Peymana Lozanê ji bo me tê çi wateyê? Me di vê sedsalê de çi jiya? Civaka Kurd Peymana Lozanê baş dizane. Ev Peyman sed saliya xwe tejî dike. Vê peymanê kir ku qirkirina gelên Rojhilata Navîn sed sal di rastiya xwe de bijî. Perçebûna Kurdistanê di sedsala 17’an de bi dabeşbûna wê ya di navbera dewletên Îran û Osmanî de dest pê kir. Pişt re jî nexwest ku gelê Kurd weke îrade li erdnîgariya Kurdistanê weke netewe bijî. Dîsa beriya sed salan bi pêşengiya dewletên emperyalîst ên wê demê Îngilîstan û Fransiyan erdnîgariya Kurdistanê bi destê dewleta nû ya Tirk ji hev perçe bû. Armanc ne tenê parçekirina axa Kurdistanê bû, di heman demê de qirkirina gelê Kurd bû. Neteweyên ku hezar sal in li erdnîgariya Kurdistanê xwe parastine jî bûne parçeyek ji vê siyasetê. Di vê peymanê de îradeya hêzên navneteweyî jixwe li gorî îradeya dewleta Tirk hatiye teşekirin.”
'QIRKIRINA GELÊ KURD ESAS HAT GIRTIN, BERXWEDANÊ PÊŞÎ LI VÊ YEKÊ GIRT'
Yildiz bal kişand ku peymana Lozanê li ser esasê tinekirina tevahî gelê kurd hatiye avakirin û wiha got:
“Li Kurdistanê ol, ziman û baweriyên cuda cuda nehatin berçav girtin. Ji van baweriyan ya herî kevn baweriya Êzdiyan bû. Ew jî bû hedefa vê siyasetê. Tenê Êzîdiyan xwedî kevneşopiyeke kevn in, bi hezar salan teslîmî ti hêzeke desthilatdar nebûn. Di dîrokê de li hemberî hêzên serdest li ber xwe daye û ev berxwedan îro jî didome. Di dîrokê de li ber xwe daye û îro jî li ber xwe dide. Ji niha û pê ve jî wê bi vê kevneşopiya têkoşînê vîna xwe bide qebûlkirin. Armanca Peymana Lozanê tunekirina civakên li herêmê ye, dijminatî û cudahiya di navbera olan de derxistin bû. Pêkanîna fermanan li ser esasê Peymana Lozanê pêk hat. Ev ferman bi destê dewleta Tirk a faşîst a ku nû hatiye damezrandin hatine dayîn. Li aliyek ferman li ser Êzidiyan pêk hatin, li aliyê din di civaka Êzidî de jî berxwedanên dîrokî pêş ketin. Bi saya van berxwedanan hebûna xwe parast. Armanceke din a damezrandina dewleta Tirk jî ew bû ku bi tundî û êrîşên qirkirinê, civak, ziman û olên cuda tune bike. Civaka me bi berxwedana xwe pêşî li vê siyaseta îmhayê girt. Bi vê berxwedanê re hêviya civakên li herêmê dijîn mezin bû û serî netewandin. Moral û hêz da wan civakan û hişt ku li ber xwe bidin.”
Yildiz da zanîn ku, qirkirinên li ser Kurdan ên di sed salên dawî de hatine pêşxistin, li ser esasê tinekirina tevahiya civakê hatine pêşxistin û wiha got:
“Sedsala dawî her çendî qirkirin, guhertina pêkhateya demografîk û sirgûnê pêk hat jî, ji holê rakirina hafizeya dîrokî ya civakê jî esas hate girtin. Hemû rêbazên hovane yên ji bo dagirkirina Kurdistanê li ser civakê hatin ceribandin. Di sedsala dawî de gelek ferman û komkujiyên mîna Koçgirî, Dêrsim, Geliyê Zîlan hatin kirin. Berxwedanên Şêx Seîd, Seyît Riza, Serhildana Agiriyê û Qazî Muhammed ji ber ku yekitiya neteweyî çênebû ji aliyê dewletên dagirker ve hatin tasfiyekirin. Di vê sedsala dawî de li ser gelê Kurd talan, qirkirin û sirgûn hate kirin. Di heman demê de di vê sedsala dawî de gelê Kurd jî xwedî aliyekî berxwedanê ye. Di van 50 salên dawî de bi pêşengiya Tevgera Azadiyê gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo serî netewandiye. Ruhê netewî yê kurdan vejîya. Yekîtiya ku îro hat avakirin hêviyên paşerojê yên gelên herêmê nû kir û nehişt ku Peymana Lozanê bigihêje armanca xwe. Xwestin qirkirina li ser gelê Kurd bi encam bikin. Xwestin temam bikin lê nekarîn bikin.”
'ÊZIDÎ WÊ POLÎTÎKAYA FERZKIRINÊ QEBÛL NEKIN'
Yildiz da zanîn ku civaka Êzidî bi berxwedana li dijî konsepta qirkirinê kariye hebûna xwe biparêze û got, “Şert û mercên îro ne şertên sed sal berê ne. Cîhan ne cîhana berê ye. Siyaseta dewletên emperyalîst jî li gor cîhana nû hatiye guhertin. Di her warî de şert û mercên berê û yên îro ne wek hev in. Îradeya civaka Êzidî ava bûye. Bi ti awayî wê polîtîkayên ji derve tên ferzkirin qebûl neke. Ti polîtîkaya li derveyî Êzidiyan hatiye pêşxistin nayê qebûlkirin û li dijî vê em weke civak têkoşîneke mezin dimeşînin.
'DIVÊ DI SALVEGERA 100’EMÎN A LOZANÊ DE YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE'
Yildiz diyar kir ku wê saziyên Êzidiyan jî beşdarî konferansa ku wê di navbera 22-23'ê Tîrmehê de li Lozanê bê lidarxistin û gelek tevgerên siyasî yên Kurd tê de amade bin, bibin û wiha domand:
“Em girîng dibînin ku di vê konferansê de li ser yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd nîqaş bikin. Armanca me yekîtiya Kurdan e. Em girîngiyê didin çalakiya hevpar a siyaseta Kurd. Daxwaza gelê Kurd pêkhatina yekîtiya netewî ye. Yên ku wê pêşengiya vê bikin tevgerên me yên siyasî, siyasetmedar û rewşenbîr in. Divê li dijî dagirkeran bi tifaqê tevbigerin û siyaseteke zelal a neteweyî pêş bixin. Divê hebûn û paşeroja gelê Kurd biparêzin. Her miletek, her dewletek bi sîyaseta xwe ya xweser xwedî hebûneke netewî ye. Yekitiya neteweyî îro ji bo gelê Kurd girîng e.”
Yildiz da xuyakirin ku modela Rêveberiya Xweser a li Rojava û Şengalê ku li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin, çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e, ji aliyê cîhanê ve tê dîtin û got ku, ev sîstemên demokratîk ên ku hemû gel, bawerî û cihêrengî di nava hev de girtin, ji aliyê dewletên dagirker ve tê xwestin bê tine kirin.
NERAZÎBÛNA LI HEMBER PDK'Ê
Yildiz bi bîr xist ku polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku bi Peymana Lozanê li ser Kurdan hatiye ferzkirin hê jî didome, bertek nîşanî dûrketina PDK'ê ji polîtîkaya yekitiya neteweyî da û got: "Êrîşên dagirkeriyê yên îro li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, mixabin bi tifaqa bi partiyeke Kurd re tên kirin. Divê em navekî lê bikin. PDK’ê li hemberî vê êrîşa dagirkeriyê helwestê nagire. Di qirkirina Kurdan de ji bo berjewendiya komek an malbatekê bi hev re tevdigere. PDK’ê ji tifaqa netewî dûr disekine. Dûrketina ji siyaseta yekîtiya neteweyî nayê qebûlkirin. Gelê Kurd vê helwesta PDK’ê qebûl nake.”