Çelenk: Rojnamevanên Kurd bi awayekî neqanûnî tên girtin

Parlementera Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk diyar kir ku rojnamevan bi awayekî neqanûnî dîl tên girtin û anî ziman ku divê di danişîna sibê de bên berdan.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenk, rapora xwe ya têkildarê rojnamevanên Kurd ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16’ê Hezîranê hatin girtin, bi civîneke bi çapemeniyê re eşkere kir.

Çelenk zextên li ser Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS, Pel û Piyayê bi bîr xistin û îşaret pê kir ku dozgerê lêpirsînê bi rê ve dibe çend roj berê hatiye tayînkirin.

Çelenk diyar kir ku piştî girtina rojnamevanan dozger tayînê dereke din hatiye kirin û têkildarê dozê agahî bi parêzerên rojnamevanan re nehatine parvekirin tevî ku biryara nepenîbûnê li ser dosyayê heye, agahiyên têkildarê dosyeyê ji aliya medyaya nêzê desthilatdariyê ve hatiye servîskirin.

Çelenk destnîşan kir ku bi van agahiyên hatine servîskirin, rojnamevan tên armanckirin û ev tişt gotin: ‘’Ji rojnamevanan xebatên wan ên pîşeyî, nûçe, roportaj, nivîs û parvekirinên wan ên li ser medyaya dîjîtal û peyvên di van xebatan de bi kar anîne û bi kar neanîne, hatine pirsîn. Daxuyaniyên çapemeniyê û dîmenên meş û xwepêşandanên ku ajansan kişandine, ji aliyê dozger ve wek ‘hewila çêkirina arşîvê ji rêxistinê re’ hatiye pênasekirin.

BIRYARÊN DMME’YÊ

Çelenk anî ziman ku rojnamevan têkildarê rojevên herî giring ên welêt nûçe çêkirin û ji ber nûçeyên ku çêkirin xelat wergirtine û ji lewma wê rojnamevan sibehê derbikevin pêşberê dadger. Çelek wiha bi axavtina xwe de çû: ‘’Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, têkildarê şopandina rojname rojnamevanên nûçe çêkirine, dîtin û şîroveyên xwe weşandine, bi caran biryar dane ku mafên wan hatine binpêkirin. “

Çelenk, got ku divê di rûniştina dozê ya li dadgehê de biryara berdanê bê dayîn.