Çalakiyên ‘Nobeta Aştiyê’: Bila dawî li tecrîdê were!

Di çalakiyên ‘Nobeta Aştiyê’ ya li Enqere, Amed, Êlih û Rihayê hatin lidarxistin de, banga ‘dawî li tecrîdê bînin’ hate kirin.

Çalakiya nobetê ya ji aliyên Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan (ÎHD) her mehê di roja înê ya ewil de bi dirûşmeya “ji bo herkesê aştî” hate lidarxistin vê mehê jî berdewam kir. Di çalakiya nobetê ku endam û rêveberên şaxê tevlî bûn de daxwaza vê mehê bû “ji bo aştiya civakî tecrîdê rakin; bila binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.”

AMED

Di nobeda ku li Eywana Tahîr Elçî ya avahiya ÎHD’ê hate lidarxistin de pankarta “Ez mirov im, mafên min jî hene û mirov bi mafên xwe mirov e” hat daliqandin. Serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz, Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê, Komeleya 78’an a Amedê, Însiyatifa Dayikên Aştiyê, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, gelek parêzer û nûnerên saziyên sivîl tevlî nobedê bûn.

Pêşiya daxuyaniyê Serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê qewimîn. Yilmaz, doza Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku niha di girtîgehê de ye û Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li ber Mînareya Çar Ling a navçeya Sûr a Amedê hatiye qetilkirin bi bîr xist. Yilmaz, anî ziman ku her wiha qeyûm avêtin ser Yekitiya Tabîban a Tirk jî. Yilmaz, bi domdarî wiha got: “Ev meseleyên me vegotî ji ber ku li Tirkiye nîqaşa van pirsgirêkan li zemînek demokratîk nayê kirin, Tirkiye nikare aştiya di nava sînorên xwe de pêk bîne, pirsgirêkên kronîk in. Li Tirkiyeyê têkiliya kurdan û tirkan pir lawaz bûye û ev yek dê encameke pir bi xetere bi xwe re bîne. Divê mafên kurdan bên dayîn û em jî weke komeleyên mafên mirovan vê yekê dixwazin. Sedemek din jî ya neavabûna aştiya civakî, polîtîkayên tecrîdê ne ku ev demek dirêj e tê meşandin.”

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Yûsûf Erdogan metna daxuyaniyê xwend. Erdogan, anî ziman ku weke tê zanîn, berpirsyariya dewletê ye ku rêzê li mafên girtiyên di girtîgehê de bigire û divê girtî di dema bikaranîna mafên xwe de rastî polîtîkayeke cihêkariyê neyên. Erdogan, diyar kir ku dewlet mecbûr in ku ji bo girtiyên di zindanê de ne, bêyî nêrînên wan ên siyasî, nasnameya etnîkî, zayendî û cûdahiyên din ferq bikin, helwestek li gorî rûmeta mirovî diyar bikin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de polîtîkaya tecrîdê ya ku em weke rêbazeke êşkenceyê dibînin, li girtîgehên Tîpa S, Y û Ewlekariya Bilind ên li Tirkiyeyê yên nû hatine avakirin, bi taybetî jî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, dibe sedema gelek binpêkirinên giran. Tecrîd weke rêbazeke êşkenceyê, hewldana dewletan e ku girtiyên siyasî yên li girtîgehan “islah” bikin û bi vî awayî hemû beşên civakê yên dijber ango muxalîf bitirsînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di heman girtîgehê de ne, nedîtina parêzer û malbatê û mafê pêwendiya bi telefon û nameyan tecrîda mutleq ya li dijî wan tê kirin nîşan dide.”

Erdogan, da zanîn ku serlêdanên malbat û parêzerên wan ên ji bo hevdîtinê 33 meh in nayên qebûlkirin. Erdogan, diyar kir ku ev tecrîda mutleq hem li dijî mekanîzmaya hiqûqa navxweyî ya dewletê ye û hem jî li dijî peymanên navneteweyî yên ku mecbûr in li gor wan tev bigerin e.Tevî ku Komîteya Pêşîgirtina li êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) der barê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de gelek tespît û pêşniyar kirin jî, ji bo rakirina tecrîdê ji aliyê rayedaran ve tu gav nehatine avêtin. Komeleya me ji bo ku biçin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û pêkanînên li girtîgehê bên tespîtkirin gelek caran serî li Wezareta Dadê da. Lê rayedaran bersiv nedan serlêdanên me.”

Erdogan, bi bîr xist ku li dijî binpêkirinên mafan, bi daxwaza rakirina tecrîdê û tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê gelek caran ji aliyê girtiyan ve grevên birçîbûnê hatin lidarxistin. Erdogan, da zanîn ku grevên birçîbûnê yên dorveger ên bêdem ku li girtîgehên Tirkiyeyê li dijî tecrîd û pêkanînên tecrîdê di 27’ê mijdara 2020’an de dabûn destpêkirin, di roja 290’an de bi dawî bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2021’an de dîsa ji aliyê girtiyan ve wekî berteka li hemberî pirsgirêkên di pergala cezayê de grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Herî dawî di 27’ê mijdara 2023’an de gelek girtiyan ji bo rakirina tecrîda Girtîgeha Îmraliyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Divê demildest tecrîda li ser Girtîgeha Îmraliyê bê rawestandin, daxwazên malbat û parêzerên wan demildest bên qebûlkirin û daxwazên girtiyan yên di greva birçîbûnê de ne bên pêkanîn.”

Erdogan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi avabûna aştiyeke bi rûmet a li Tirkiyeyê û bidawîkirina tecrîd û pêkanînên li girtîgehan, bi taybetî girtiyên nexweş ên giran bi rakirina pêkanînên cudakar ên li hemberî girtiyên ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de tên girtin pêkan e. Weke Komeleya Mafên Mirovan em careke din bang dikin û em dibêjin ‘Dawî li êşkenceya tecrîdê bînin, bila girtiyên nexweş ên giran serbest bên berdan, bila desteyên çavdêriyê yên îdarî bên rakirin. Bila demildest aştî pêk were.”

ÊLIH

ÎHD'ê li Êlihê bi daxuyaniya xwe ya li ber avahiya şaxa xwe bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan. Di daxuyaniya ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ve hat piştgirîkirin de pankartên "Em di girtîgehan de ne mirinê, jiyanê diparêzin. Divê girtiyên nexweş bên berdan, ew dimirin bêdeng nemînin" hatin vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray metna hevpar xwend û da zanîn ku ji bo aştiya civakî divê tecrîd û binpêkirinên mafan bi dawî bibin.

Her wiha li Enqere û Rihayê jî bi heman armancê çalakiya ‘nobeta aştiyê’ dewam kir.