Çalakiya Nobeda Edalatê di roja 658’an de ye

Çalakiya Nobeda Edalatê ya Malbata Şenyaşar di roja 658’an de berdewam dike.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Çalakiya Nobeda Edalatê di roja 658’an de didome.

Ferît Şenyaşar di bin baranê de Nobeda Edalatê domand. Şenyaşar diyar kir, beriya ku ew were cihê nobedê dayika xwe biriye nexweşxaneyê û hîn bûne ku divê dayîka wî demildest emeliyat bibe. Şenyaşar destnîşan kir ku dayîka wî gotiye heta ku edalet pêk neyê ew ê dest ji nobeda edalatê bernede.

Şenyaşar bal kişand ser axaftina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Teşkîlata Hevkariya Îslamî û wiha got: “Di dema dawî de li Konferansa Dewletên Misilman Îslamî de, dewleta bêedalet şiband avahiyeke riziyayî. Niha her kes bi bêedaletiya ku em dijîn, dizanin. Heta ku ev bêedaletî çareser nebe, dewletên Îslamî û cîhanî nikarin qala edaletê bikin.”