Çalakiya karkerên DEDAŞ’ê di roja duyemîn de ye

Çalakiya karkerên DEDAŞ’ê yên ku ji kar hatibûn derxistin, di roja duyemîn de didome.

Karkerên Belavkirina Elektîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo heqê wan were başkirin û mafê wan ê sendîkayê were naskirin, dest bi grevê kiribûn. Ji ber ku karkeran grev kiribûn ji kar hatibûn derxistin. Karkeran îro li pêşiya DEDAŞ’ê çalakiyek kirin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Amedê Serhat Eren û hevserokên Partiya Çepên Kesk ên bajaran piştgirî dan karkeran.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren li vir axivî û got “200 hevalên me ji karên xwe bûn. Zilma DEDAŞ’ê ne bi tenê ev e ku hevalên me ji kar biavêjin, di heman demê de li bajar û herêma me elektrîkê qut dike û ji ber vê zadê cotkaran hişk dibe.”

Piştî daxuyaniyê karkeran bi govend û sloganan çalakiya xwe domandin.