Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan diyar kir ku, pêwîst e jin li hev kom bibin û têkoşînê bikin yek û got “Divê tifaqa jinan bê avakirin.”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku tevî hemû zext û pêkanînên dij demokratîk hilbijartin di bin şert û mercên gelekî newekhev û neheq de hatin kirin. Çalagan got, "Bêyî ku faktorên derve bên piştguhkirin û bêyî ku em hemû encaman tenê bi faktorên derve vebêjin, em rêzecivînan li dar dixin bê ka çima em negihîştine armancên ku me danîne pêşiya xwe."
ATOLYE Û KOMXEBATA JINAN
Çalagan, bal kişand ku Partiya Çepên Kesk partiyeke jinan e û destnîşan kir ku, wan dest bi xebatên xwe yên xweser a jinan kirine û ev tişt parve kir: “Weke partiyek a jinan, ligel civînên giştî em civînên xwe yên xweser jî pêk tînin. Di vê pêvajoyê de civînên me yên jinan li malan, taxan wê heta dawiya meha Tîrmehê bidome. Di berdewamiya pêvajoyê de em ê konferans û kongreyên xwe li dar bixin. Ji bo ku em konferansên xwe xurtir bikin, em ê li ser mijarên sereke yên ku di civînan de berê hatin eşkerekirin, atolye û komxebatan li dar bixin. Em armanc dikin ku heta meha Îlonê vê pêvajoyê temam bikin. Di komxebatên me de weke sernavên sereke em ‘Rêya 3’yemîn û jin’ û ‘Pirsgirêkên rêxistinbûna me’ tên nîqaşkirin.”
‘EM HÊJ NEGIHIŞTINE ARMANCA KU ME DIYAR KIRÎ’
Çalagan, da zanîn ku di civînên heta niha hatine lidarxistin de pirsgirêkên jinan ên xweser hatine ziman û wiha berdewam kir: “Mîna li her qadê jiyanê, me mekanîzmayên girîng bi armanca wekheviya zayendî û azadiya jinê veguhere ava kir. Pergala nûnertiya wekhev û hevserokatiyê û hwd. gelek pêkanînên me îro ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî mînak in. Digel ku pêkanîna van mekanîzmayan prensîbên me yên bingehîn be jî, nikare bê gotin ku em ji bandorên îdeolojiya zayendîparêz û zîhniyeta bi serdestiya mêr a ku avaniya civakî dorpêç dike rizgar bûne. Di vê wateyê de diyar dibe ku em hê ne di wê xalê de ne ku mekanîzmayên xwe yên bingehîn bimeşînin. Ji bo veguherandina vê zîhniyetê, çawaniya jiholêrakirina kêmasiyên di mekanîzmayên me yên rêxistinî de û xurtkirina wan, yek ji mijarên me yên bingehîn ên nîqaşê ye."
DAMEZRANDINA XETA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNÊ
Çalagan bal kişand ser hebûna zemîneke têkoşînê ya hevpar a ku jin bi hemû cudahiyên xwe ve li hemberî polîtîkayên li dijî jinê yên desthilatdariya heyî li hev kom dike û got, “Tevî van hemû zemînan jî ji bo yekkirina têkoşînê avakirina tifaqa jinan di pêvajoyek wiha de girîngiyek jiyanî ye. Li ser bingeha vê biryardariyê, çawaniya avakirina xeta me ya sereke ya têkoşînê ya serdema pêş, weke mijareke din a nîqaşê derdikeve pêş."
EM Ê BI HEV RE MEŞA XWE BIDOMÎNIN
Berdevka Meclisa Jinan Çalagan diyar kir ku, weke jin ew ê li dijî tecrîd û polîtîkayên şer û polîtîkayên şerê taybet ên di vê çarçoveyê de tên meşandin di avakirina demokrasî û aştiyê de dudilî nebin û wiha got: “Em dikarin çarçoveya giştî ya pêvajoya ku me derbas kirî wiha binirxînin. Her wiha dema ku tifaqa mêran a ji aliyê desthilatdariya îro hatiye avakirin li ber çavan bê girtin, diyar dibe ku pêwîstî û biryardariya ku em vê pêvajoya nîqaşê bi têkoşîna xwe ya giştî re bimeşînin. Bi hişmendî û îradeya ku em li ser zemîneke pir mafdar û rewa ne û ji bo hurmeta fikr û vîna civakî ya ku partiya me li ser hatiye avakirin, em ê nexşerêyeke ku têkoşîna xwe bi hêztir bimeşîne eşkere bikin.”