Çakir, îşaret bi xeteriya li kanên li Somayê kir

Serokê Giştî yê Maden-Îş a Serbixwe Gokay Çakir, hişyarî kir ku li kanên li Somayê zext û mobîng pir zêde bûye.

Serokê Giştî yê Maden-Îş a Serbixwe Gokay Çakir ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ferqa zext û mobîngê ya li kanên li Somayê tu ji kuştina 301 karkeran nîn e.

‘KES DENGÊ KARKERAN NABIHÎSE’

Çakir anî ziman ku 9 sal bi ser qetlîama Somayê derbas bûye, lê tu ders jê nehatiye girtin û diyar kir ku zext û mobîng li karkeran tê kirin û tedbîr ji bo tenduristî û ewlehiya karkeran nayên kirin. Çakir destnîşan kir ku ji bo hin kes ji pişta karkeran pir pere kar bikin mêtinkarî wek her carê berdewam e û got: ‘’Karker ji me re behsa gotinên 301 karkeran beriya qetlîamê dikin. Lê wek berê dîsa kes guh nade qêrîna karkeran. Karker ji bo başkirina şertên kar ên telefonê me dikin. Em dikevin navê, gef li me tên xwarin lê tim biheq derdikevin. Piştî hişyariyeke me ya nû karkerekî jiyana xwe ji dest da.’’

‘PISPORÊN KAR Û ENDEZYAR LI GOR KARSAZAN TEVDIGERIN’

Çakir, da zanîn ku nêzîkê 15 hezar karker di kanên li Somayê de dixebitin û hema bibêje her roj heman gilî ji hemû kargehan tên kirin û îşaret pê kir ku ji bo karsaz bêhtir kar bikin, zêde zextê li karkeran dikin û tedbîrên ÎSÎG’ê nayên girtin. Çakir destnîşan kir ku ew naxwazin ku cardin qetlîam çêbibe û wiha axivî: ‘’Ji bo zarok bêyî bav nemînin û dê negirîn em her hişyariyê dikin. Li şirketên taybet ên kanan ku êz îşaret bi xeteriya li wan dikim, pisporên kar ên tenduristî û ewlehiya kar û endezyar hene lê ew jî bi dilê karsazan tevdigerin. Karkerên îtîraz li vê rewşê dikin û bi pey mafê xwe dikevin jî gef li wan tê xwarin ku wê ji nanê xwe bibin û ji canê xwe dibin. Karker diqîrin û daxwaza alîkariyê ji me dikin.’’

‘SENDÎKA JÎ NE LI BERJEWENDIYA KARKERAN LÊ LI YA PATRONAN FIKIRÎ’

Çakir bi lêv kir ku rêya berovajîkirina vê rewşê ew e ku mirov bibe yek û ev tişt gotin: ‘’Ez 22 salan di kanan de xebitîm lê ez li pişt xwe dinihêrim, dibînim ku hema wisa xebitîme. Ji ber ku min bi mafê xwe nezaniye, mafê min hatiye xwarin, ez ji karker û sendîkayan re xebitîme. Piraniya 301 madenkaran jî hevalên min bûn, bêriya qetil bibin, digot zikê kanê dişewite, nikarin bixebitin, diqîriyan ku zext û mobîng gelek e. Lê tu kesî dengê wan nebihîst. Sendîka jî ji ber ku ne li karkeran, lê berjewendiya patronan fikirî tedbîr negirtin û tiştê bû, bû. Piştî wê qetlîamê ez ketim nava têkoşîna sendîkayî, bûm xwedî hişmendî û haya min jê çêbû.’’

‘JI BO KARKER BI MAFÊN XWE BIZANIN ME MADEN-ÎŞ A SERBIXWE AVA KIR’

Çakir, da xuyakirin ku wan Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe ji bo cardin qetlîam çênebin û karker bi mafên xwe bizanin ava kiriye û wiha got: ‘’Em karkerên kanan ku bi salan di şertên zor ên di bin erdê de xebitîne, me ji bo mafên karkeran û edaletê Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe ava kir. Heta niha tim mafên karkeran hatine xwarin. Tiştê em dibêjin, li ber çavan e; Em bibin yek, nehêlin mafên me bên xwarin, bibin zana û qetil nebin. Karker ku dixwazin bibin endamên sendîkaya me, karsaz û sendîkayên heyî zextan di wan re dikin, gefan li wan dixwin ku wê wan ji kar derbixin. Karsaz, midûr, birêvebir, serkar, endezyar, nûnerên sendîkayan, saziyên dewletê rûniştine, ji bo haya karkeran ji wan çênebe serî li her dek û dolabê dixin. Dixwazin ku zarokên karkeran nebin mamoste, parêzer û bijîşk, lê bibin karker. Ez ku mafên xwe bistînim dizanin ku ez ê zarokên xwe bidim ber xwendinê û ew jî li îşê wan nayê. Ji ber ku dixwazin ev çerxa mêtinkariyê ji bavê ta bi kur berdewam bibe.’’

‘EM KU BIBIN YEK EM Ê MÊTINKARIYÊ TÊK BIBIN’

Çakir anî ziman ku ji bo Maden-Îş a Serbixwe, bendavê veneke, sermaye, dewlet û sendîkayên heyî bûne seferber û got ku di nav vê çerxa mêtinkariyê de karker ku dimînin bi tenê, ji tirsa ku wê karê wan ji dest biçe, nabin endam. Çakir, anî ziman ku divê ev tirs êdî bê şikandin û ev gotin kirin:

‘’Karker bi tenê rojekê ji bo xwe dixebitin, keda rojên din diçe ji patronan re. Em sendîka li ber vê radibin. Karkerekê di Kargehên Komîr ên Tirkiyeyê (TKÎ) de dixebite, çar rojan ji xwe re dixebite, karkerekê di kaneke taybet de bixebite, bi tenê rojekê ji xwe re dixebite. Karkerên TKÎ’yê ku dibin malnişîn, 20 hezar banot distînin lê karkerên di kanên taybet de dixebitin, gava dibin malnişîn 7 hezar û nîv banot distînin. Her du jî heman karî dikin. Em sendîka, dixwazin vê ferqa di navê de bigirin, cihêkariyê ji holê rabikin. Ev jî encax bi yekitiyê pêk were, em ê encax bi vî awayî bikarin ji heqê mêtinkariyê werin der. Îsal nebe wê saleke din bibe. Em ê miheqeq bendavê vebikin.’’