80 roje ji bo Ocalan di nobetê de ne

80 roje ji bo Ocalan di nobetê de ne

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobeta ku li ber Konseya Ewropayê dane destpê kirin di roja 80’mîn de ye.

Kurdistaniyên ku li bajarê Strasbourg yê Fransayê ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidaxwaza şert û mercên azadî, tenduristî û ewlekarî yên Ocalan bêne sererast kirin di 25’ê Hezîranê çalakiya nobetê ya ku dane destpêkirin, di roja 80’mîn de ye.

Çalakiya ku li ber Konseya Ewropa didome, 12 komên Kurdistanî yên ji welatên cûda yê Ewropayê hatin tevlî çalakiyê bûn.

Ji Komîteya Amadekar Mûnzûr Emekçî derbarê asta çalakî gihayê agahî dan û ragihand ku, heya roja îro 15 hezar belavok hatine belavkirin, di derbarê sîstema îşkenceya li Îmralî û pirsgirêka Kurd dosya pêşkêşî gelek saziyan hatine kirin, her wiha bi senator, rayedarên şaredarî û saziyên çapemeniyê re hevdîtin hatine kirin.

Emekçî aşkera kir ku, ew dixwazin dengê xwe bigehînin Konseya Ewropa CPT û Parlementoya Ewropayê. Emekçî pirsên wiha pirsîn: “Çawa dibe ku saziyên ji bo mafê mirovan hatine avakirin, li beramberî tecrîdkirina azadiya gelekê bêdeng dimînin. Wê demê çi karek yê van saziyan heye?”

Emekçî bibîrxist ku îro salvegera derbeya 12’ê Îlonê ye û wiha got: “Çi ferqek di navbera tiştên ku Kenan Evren dikirin û îro Erdogan dike nîne. Sîstemek ya faşîst ku gelê Kurd bixe girtîgehan û wana dîl bigire heye.”

Emekçî di dawiya axaftinê xwe de ragihand ku, ew dê bi awayek biryardar çalakiya xwe berdewam bikin.